Li ‘herêmên bêçek’ şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk didome

Hêzên hikumeta Şamê îro gelek bajarokên li gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin. Her wiha çeteyan jî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên Heleb û Idlibê kirin hedef.

Li ‘herêmên bêçek’ şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk didome
25 mijdar, 2021   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê vê berbangê bi moşekan herêmên Filêfil, Fitêra û Sefhon ên çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê topbaran kirin, her wiha bi çekên giran eniyên El-Meşerî yên Sehl Xab a li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk jî baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên şer ên li rojavayê Helebê bi moşekan topbaran kirin. Li aliyekî din çeteyên El-Fetih El-Mobîn baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li Melacê û Hezarîn ên başûrê Idlibê topbaran kirin. 

(dm)