Malbatên çeteyên Roj bang li zarokên xwe dikin; nebin amûra qirkirina Kurdan - 9

Malbatên çeteyên Roj diyar kirin ku qaşo çeteyên Roj ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin ava bûn, tu carî li dijî çeteyan şer nekir lê li dijî gerîla tevî dewleta Tirk a dagirker şer kir. Malbatan bang li zarokên xwe kir çekên xwe deynin û vegerin ser axa xwe.

Malbatên çeteyên Roj bang li zarokên xwe dikin; nebin amûra qirkirina Kurdan - 9
25 mijdar, 2021   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

QAŞO Lİ DİJÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê AVA BÛN LÊ Lİ DİJÎ GERÎLA DİDİN ŞERKİRİN

Bangên malbatên çeteyên Roj didomin. Malbatên li Qamişloyê dijîn û zarokên wan piştî  şoreşa  Rojava tev li çeteyên Roj bûne, derbarê sekna çeteyên Roj a li dijî gerîlayan li cem dewleta Tirk helwest nişandan û gotin divê di zûtirîn demê de çekên xwe deynin.

/kr/uploads/files/2021/11/24/211217_enver-haci-mihemmed-11.webp

Enver Hecî Mihemed, anî ziman ku kurê wî Mihemed 8 sal e di nava çeteyên Roj de ye û anî ziman ku dema bihîst ku zarokê wî li gel arteşa Tirk çûye herêmên gerîla, ji wê demê ve ye banga vegerê lê dikin.

Enver Hecî, diyar kir ku ew qebûl nakin zarokên wan li dijî gerîla şer bikin û got: "Em dixwazin zarokên me ji pêşmergeyên Roj veqetin û bên Rojava. Ji bo me hemûyan sûdewartir e ku em vegerin mala xwe û xizmeta dewleta Tirk nekin. Mezinên me qedexe kiriye ku Kurd xwîna Kurdan birijînin. Helwesta malbata me ya li hemberî tevlêbûna zarokê me di nava şerekî bi vî rengî de, zelal e. Em ê zarokê xwe vegerînin.”

'EM NAXWAZIN EW XIZMETÊ JI DEWLETA TIRK RE BIKIN'

Enver Hecî, got kurê wî dema tev li çeteyên Roj bû, digotin dê li dijî DAIŞ'ê şer bikin lê ne wisa bû û wiha pê de çû: “Dema me fêm kir ku rastî ne ev e, me jê xwest ku vegere. Em naxwazin zarokê me biçe û li pêşberî gerîla xizmetê ji dewleta Tirk re bike. Em vê qet qebûl nakin. Tirk bi sedan salan in dijminên me ne. Divê çeteyên Roj demildest dest ji xizmeta dijmin berdin.”    

/kr/uploads/files/2021/11/24/211146_ahmet-huseyin-1.webp

Ehmed Huseyîn, jî dibêje kurê wî Serbest (navê wî di nava çeteyên Roj de Samî ye) di sala 2011'an de ji bo kar çûye Başûrê Kurdistanê û wiha axivî: "Gelek astengî derketin pêşiya wî. Kar nedît. Ji ber vê yekê tev li pêşmergeyên Roj bû. Min digot qey pêşî tev li pêşmergeyên Başûr bûye. Lê piştre min fêm kir ku ew tev li pêşmergeyên Roj bûye. Min jê re got jê derkeve. Yên ku navê xwe ji ber Rojava kiriye Roj, xizmeta dewleta Tirk dikin û bi fermana dewleta Tirk li hemberî gerîla bi cih bûne. Çi zarokê min be, çi jî yê kesekî din be, ez ê tu carî yekî ku ketiye xizmeta dewleta Tirk, efû nekim. Min bi caran jê re got vegere. Zarokê min  bersiv da û got `Min bikujin jî, ez li hember gerîla çek ranakim.` Wî got derfeta wî hebe ew ê dev ji wan berde. Ez û dayika wî dixwazin kurê me ji pêşmergeyên Roj veqete.”   

'JI BIRÇÎNAN BIMIRE JÎ JI BÊRÛMETIYÊ ÇÊTIR E'

Ehmed Huseyîn, got "Heke zarokê min di mala xwe de birçî be, ji bêrûmetiyê çêtir e" û bang li kesên di nava çeteyên Roj de kir ku rastiyê bibînin û wiha dewam kir: “Divê dest ji xizmeta dewleta Tirk berdin. Ez dixwazim hemû televizyon, çapemenî vê rastiyê bibînin. Zarokên me bi rehetî dikarin vegerin ser axa xwe. Şûna ku li wir cem dewleta Tirk cih bigrin bila werin li vir ji bo şoreşê bixebitin.”

Ehmed Huseyîn, diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan yek bi yek têk bibe û ji ber vê sedemê jî piştgirî dane çeteyên Roj û got: "Divê herkes yên ku dixwazin fitneyan bixin nava gelê Kurd dûr bisekine. Her kes baş dizane ku pêşmergeyên Roj bi dewleta Tirk re tev digerin. Erdogan dixwaze Kurdan bi Kurdan bide qirkirin. Ew peywir îro dan pêşmergeyên Roj.  Dewleta Tirk dibêje `Bila leşkerên min nemirin, bila Kurd bi hev bikevin.` Yên ku di nava pêşmergeyên Roj de, divê hay ji vê yekê hebin. Heke armanceke bi vî rengî ya dewleta Tirk nebûya, pereyekî ew çend mezin nedida wan. Ji ber ku wan bi kar tînin, ewqas pereyan didin wan.”

'KÎ LI DIJÎ GERÎLA ÇEK RAKE, XAYIN E'

Ehmed Huseyîn, wiha pê de çû: “Kî li dijî gerîla çekê rake, kurê min jî be, xayîn e. Em vê rewşa kurê xwe tu carî qebûl nakin. Kurdistan tu carî bi xiyanetê azad nabe. Ez jî bang li pêşmergeyên Roj dikim. Bila bibînin ka ji kî re xizmet dikin. Diviyabû li dijî DAIŞ'ê axa xwe biparastana. Qaşo li dijî DAIŞ axa xwe bi parastane lê li dijî gerîla şer dikin. Ew naye efû kirin. Gerîla Şengal û Misûl beramberî DAIŞ parast.”

/kr/uploads/files/2021/11/24/211343_muwafak-huseyin1.webp

Muwafaq Huseyîn, jî anî ziman ku ji 2 zarokên wî yên li Başûrê Kurdistanê, yek di nava çeteyên Roj de ye û diyar kir ku kurê wî ji bo ku li dijî DAIŞ'ê şer bike tev li vê komê bûbû lê belê ji aliye dewleta Tirk ve hatiye bikaranîn.

'LI QENDÎLÊ ÇI KARÊ WAN HEYE’

Muwafaq Huseyîn, xuya kir ku ciwanên ji Rojava bi zanebûn wek çeteyên Roj şandin Qendîlê û di êrişan de cih digirin û got: "Em naxwazin zarokên me li Qendîlê şer bikin. Bila zarokên me li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin û axa xwe biparêzin. Li Qendîlê çi karê wan heye? Yên di Qendîlê jî zarokên me ne. Li dijî dewleta Tirk xaka xwe diparêzin. Şûna ku ji dewleta Tirk maaş bigri bila werin Rojava ziraat bikin. Em ê parsê bikin lê em tu carî xizmetê ji dewleta Tirk re nakin. Bila zarokên me bi aqil bin û di zûtirîn demê de ji vê rêyê vegerin."

Muwafaq Huseyîn, ku lêborîn ji dayikên di çalakiya li Sêmalkayê de xwest û sersaxî dayê û wiha got: “Tiştên ku pêşmergeyên Roj kirine, em pir xemgîn kirin. Heke xwîna wan zarokan nebûya, em niha li vî gundî nedibûn. Gerîla ji bo Rojava, ji bo me bi dehan şehîd dan. Yên ku rûmeta me diparêzin, gerîla ne. Heke zarokên me tevî van hişyariyan çekên xwe daneynin, êdî ew dijminên me ne. Çi bê serê wan, ew bi xwe berpirsyar in. Heke kurê min li dijî dijmin şer bike û şehîd bikeve, ezê pê serbilind bim, lê heke li hemberî gerîla çekê rake, dê serê min her tim tewandî be. Her kesê ku dengê min dibihîze, divê zarokê xwe ji pêşmergeyên Roj ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin, rizgar bike."

'EM TU CARÎ QEBÛL NAKIN'

/kr/uploads/files/2021/11/24/211156_ahmet-mahmut-xani1.webp

Ehmed Mehmûd Xanî, jî ku kurê wî Zakîr ev 5 sal e di nava çeteyên Roj de ye, anî ziman ku çeteyên Roj bo ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin hatine avakirin lê vê yekê nekirine û wiha got: "Em bicihbûna pêşmergeyên Roj a li qadên gerîla û sekna wan a li hemberî gerîla tu carî qebûl nakin. Zarokê min ji bo parastina welat û axa xwe tev lê pêşmergeyên Roj bû. Heke şerê li dijî gerîla dest pê bike, kurê min dê çeka xwe deyne û li mala xwe rûne. Gelek caran ji me re got heke wî bişînin Qendîlê, dê çeka xwe deyne. Em tu carî qebûl nakin ku zarokên me li kêleka dijmin li dijî gerîla şer bikin.”

ANHA