Îsmet Çaçan..welatparêzekî ku bê westan tovê berxwedanê di dilan de diçand

Îsmet Çaçan ku yek ji welatparêzên li Rojavayê Kurdistanê ye, bi salan hêvî û berxwedanî bi moraleke mezin û erkeke welatperwerane di dilê civakê de çandiye.

Îsmet Çaçan..welatparêzekî ku bê westan tovê berxwedanê di dilan de diçand
25 mijdar, 2021   03:01
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Di vê mehê de Qamişlo 2 welatparêzên xwe yên ku bi dehan sal di nava tekoşîna azadiyê de cih giritne winda kirin. Yûsif Gulo û her du neviyên xwe bi êrişeke dewleta Tirk a dagirker hatin şehîdxistin. Piştî şehadeta Yûsif Gulo hevalê wî yê ku pê re cihê xwe di nava rûsipiyên welatparêz de digirtin, Îsmet Çaçan ku bi navê kurê xwe yê şehîd Bavê Mistefa tê naskirin jî koça dawî kir.

RÊWÎTIYA JI BAKUR BER BI ROJAVA VE

Yek ji welatparêzên Rojavayê Kurdistanê Îsmet Çaçan Şêxmûs, di 1941`an de li gundê Xanoser ya navçeya Bismilê ya Amedê ji dayik bûye. Îsmet Çaçan (bavê Mistefa) di 12 saliya xwe de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li gundê Telikê yê li navçeya Amûdê bi cih dibe.

Ji ber zulma serokeşîran (axayan) Îsmet Çaçan tevî malbata xwe ev zulm qebûl nekir û koçî gundê Mestûra yê Çiyayê Kizwana li bajarê Hesekê bû. Paşê tê gundê Gêta yê girêdayî bajarê Qamişlo. Di sala 1967`an de bi zarok û hevjîna xwe li bajarê Qamişlo bi cih dibe.

Bavê Mistefa ji zaroktiya xwe ve bi netewa xwe ya Kurd ve girêdayî bûye, lê tenê li pêşiya xwe malbata Barazanî dîtiye. Di sala 1986`an de bi rêya kurapekî  xwe yê bi navê Dr. Mahsûm Cuma ve ku partîzanê PKK`ê bû, Partiya Karkerên Kurdistanê û Rêber Abdullah Ocalan nas dike.

Roj bi roj naskirina bavê Mistefa ji fikirê Tevgera Azadiyê re berfirehtir dibe û wê rêyê ji xwe re esas digire û dibîne ku tenê fikirê Rêber Ocalan dikare gelê Kurd ji zulm, koletî û tunebûnê rizgar bike. Bi vî awayî û bi dilekî tijî hesreta azadiyê û tijî eşqa kurdayetiyê rêya Tevgera Azadiyê hildibjêre.

DÎTINA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Bavê Mistefa di sala 1992`yan de bi berdewamkirina tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê û îsrara li ser danasîna fikirê PKK`ê di nava gelan de, Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Sûriyê Şamê dibîne.

Piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji malbata xwe re wiha dibêje `Serok mirovekî ne normal e, mîna hemû aqilmendan, dizane dê piştî 10 salan çi buyer biqewime`. Wê demê di hevdîtinê de Rêber Ocalan ji wan re rewşa Rojavayê Kurdistanê dinirxîne û dibêje ku `Piştî çend salên din dê şoreşek rû bide û wê ji bo Kurdan xêr be`.

`SEROKÊ MIN ABDULLAH OCALAN E Û PARTIYA MIN PKK YE`

Ji ber ku tenê baweriya bavê Mistefa bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê, di jiyana xwe de tevlî tu partiyeke din a kurdî nebûye, her dem ji heval û dostên xwe re dibêje: “Serokê min Abdullah Ocalan e û partiya min PKK ye".

Bavê Mistefa li ser bingeha bawerî û girêdana bi fikirê Rêber Ocalan re û meşa di rêya Partiya Karkerên Kurdistanê de, her wiha li ser esasê welatparêziya xwe kurê xwe yê bi navê Ebdulkerîm Şêxmûs (Kurdo Qamişlo) di sala 1993`an tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dike.

Piştî derbasbûna salekê anku di sala 1994`an de jî kurê wî yê bi navê Mistefa Şêxmûs (Ferhad) bi xwesteka xwe û ji ber fikirê ku li ser mezin bûye tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Beriya her du kurên Îsmet Çaçan berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê wiha ji wan re dibêje: “Hêviyek min heye, heke şehadeta we hat ragihandin, bila derbeya we xwarî ji pêşî be ne ji dawî be.”

Di sala 1995`an de şehadeta her du kurên wî Kurdo û Ferhad tê ragihandin. Ji wê demê û şûn de Îsmet Çaçan bi navê kurê xwe yê şehîd (Bavê Mistefa) tê naskirin.

TOVÊN BERXWEDANÊ DI NAVA HER DILEKÎ DE DIÇAND

Di bin konê sersaxiyê yê her du kurên Îsmet Çaçan de, Hikumeta Şamê wî û tevî çend hevalên wî yên welatparêz binçav dikin û ji saet 06:00`ê sibehê heta bi 23:00`ê êvarê îşkence dikin.

Piştî şehadeta her du kurên wî, Bavê Mistefa di komîteya rûsipiyên welatparêzan de tevî çend hevlên xwe cih digire. Di nava wê komîteyê de mîna komîteya lihevanînê di navbera gelên herêmê, çareserkirina pirsgirêk û berevaniya li ber zilma hikumeta Şamê û hwd, kar û xebatê dimeşîne.

Bi derbasbûna salan re gotina Rêber Ocalan bi Bavê Mistefa re maye ku, dê şoreşeke ji bo Rojavayê Kurdistanê rû bide û bendewarê wê şoreşê be. Dema çirûska Şoreşa Rojava li Rojavayê Kurdistanê hat vêxistin ji bavê Mistefa re jî mîna xewnekê bû.

Bi avakirina her saziyekê re bi coş û moral di hemû hucreyên xwe de hîs dikir. Li her deverê di dilê her kesî de tovên berxwedan û hêviya serkeftinê diçand, Bavê Mistefa bi vî awayî cihê xwe di nava şoreşê de girt.

`ÎRO ROJA RÛMETÊ YE`

Di dema êrişên dewleta Tirk û komên çete yên li ser Serêkaniyê de bavê Mistefa ji malbata xwe re wiha dibêje: "Îro roja namûs û rûmetê ye, ê ku di vê demê de kar neke ew ê bê namûs û bê rûmet bimîne."Bi van gotinan bal dikişîne ser parastina welat li hemberî dijimin.

Di destpêka Şoreşa Rojava de di merasîmên şehîdan de ji gel û dostên xwe re wiha dibêje: “Em bi ser ketin e, ji ber ku me ala azadiyê dît û bi hezaran şervanên me derketine.”

Kurê Îsmet Çaçan Serdar Şêxmûs wiha behsa girêdana bavê xwe bi PKK`ê re dike: “Bavê min ji dil ve bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve girêdayî bû. Gihaştibû astekê ku ji me re digot, kî ji we hazir be bila biçe tevlî nava refên gêrîla bibe. Wê demê birayê min şehîd Kurdo biryara tevlîbûnê da. Bavê min bi destê xwe ew amade kir û her tişt jê re hazir kir, da ku bi rê bikeve.”

Têkildarî êrişên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê Serdar Şêxmûs wiha got: “Bavê min bi êrişên li ser herêman pir diêşiya, dixwest cihê xwe di nava parastinê de bigire, lê temenê wî mezin bibû. Di êrişên li ser Efrînê de bavê min û Yûsif Gulo xwestin biçin Efrînê da ku beravaniyê bikin.”

 `ME HER DEM JÊ MORAL DIGIRT`

Kurê birayê Îsmet Çaçan Ebdul Îlah Şêxo ku bi rojan bi bavê Mistefa re dima wiha li ser jiyana wî axivî: “Me her dem jê moral digirt. Apê Îsmet her dem gotina Rêber Ocalan digot `Em ne ji rijandina xwînê ditirsin, em ji rawestandina rijandina xwînê ditirsin. Dema em berdewama xwînê dirijînin wê demê em hene`.”

Ebdul Îlah Şêxo diyar kir ku bavê Mistefa di nava malbatê de dil bi rehim bû û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Digot, divê em bi hemû erkên xwe rabin. Çi bikeve ser milê me em rakin.’ Li gorî temenê xwe jî erka xwe pêk danî.”

Ebdul Îlah Şêxo da xuyakirin ku di van çend salên dawiyê de dilê bavê Mistefa li ser rewşa Rêber Ocalan bû û wiha domand: “Ji bo Rêber Ocalan digot `Erê serokatî di girtîgehê de ye, lê em li ser fikirê wî dimeşin`. Digot `li gundê Fîsê çar kes bûn, lê îro li vir bi milyonan e` bi vê gotinê îşaret bi damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê li gundê Fîsê dikir.”

`SEROKATÎ RÊYA AZADIYÊ NÎŞANÎ ME DAYE`

Şêxo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Apê Îsmet digot `tişta ku serokatî kiriye tu kesî di dîrokê de nekiriye, dihêle mirov bi destê lawê xwe bigire û bibe tevlî Tevgera Azadiyê bike`. Digot `serokatiyê rêya azadiyê nîşanî me daye, rêya xelasiyê nîşanî me daye`.”

Şêxo destnîşan kir ku apê Îsmet ji malbatê re wiha ditgot: `Heke ez çûm jî hêviya min ji we heye, ez dixwazim hûn li ser şopa min bimeşin`, `xwe ji erkên xwe dûr nexin, ji welatparêziya xwe jî dûr nekevin `.”

Şêxo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Baweriya apê Îsmet ji rêxistinê nedişkest. Em jî soz didin, me beriya niha jî soz daye, em ê berdewamê şopa apê Îsmet bin.”

Îsmet Çaçan (Bavê Mistefa) di temenê xwe yê (83) saliyê de û di 19`ê Mijdarê de di encama nexweşiya penceşêrê de li bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bavê Mistefa li goristana Şehîd Beşîr a li taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo hat veşartin.

ANHA