Hêzên hikumeta Şamê mezrayên rojhilatê Derayê dorpêç kirin

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê gundewarên bajarokê Nahite yê li rojhilatê Derayê dorpêç kirin. Li herêmê çekdarên lihevkirina bi hikumeta Şamê red dikin, dimînin û ji vê sibehê ve şer lê berdewam e.

Hêzên hikumeta Şamê mezrayên rojhilatê Derayê dorpêç kirin
24 mijdar, 2021   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê gundewarên bajarokê Nahite yê li rojhilatê Derayê dorpêç kirin. Çekdarên li vê herêmê lihevkirinên bi garantoriya Rûsyayê red dikin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), li herêmê şer berdewam e, her wiha kuştî û birîndar hene.

(dm)