QSD`ê detayên belgeyên sexte yên rojnameya The Guardian weşandin

Têkildarî gotegotên ku rojnameya The Guardian têkildarî serbestberdana çeteyên DAIŞ`ê beramberî pereyan, belav kiribûn, QSD`ê detayên belgeyên sexte yên ku rojnameyê xwe spartiyê, weşandin.

QSD`ê detayên belgeyên sexte yên rojnameya The Guardian weşandin
24 mijdar, 2021   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Bethan McKernan bi rêveberiya Navenda Ragihandinê ya QSD`ê re di 5`ê Mijdarê de kete peywendiyê û got ew ji rojnameya The Guardian a Brîtanyayê ye û bersiva rastiya belgeya ku îdia dike ku yek ji çeteyên DAIŞ`ê li beramberî pereyan hatiye berdan, xwest. Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ev yek red kir û piştrast kir ku kesên serbest hatine berdan bi navbeynkariya eşîran hatine berdan û destê wan di rijandina xwînê de tune bû. Her wiha karmendên sivîl bûn ku neçar man di saziyên DAIŞ`ê yên sivîl de bixebitin û ew jî bi awayekî eşkere û li pêşiya dezgehên çapemeniyê hatin berdan.

Lê rojnameyê tevî vê yekê jî belgeyeke sexte esas girt û raporek amade kir û ew belge bi kar anî da ku QSD`ê bi wan derewan tawanbar bike.

Li gorî Naveda Ragihandinê ya QSD`ê, peywendî bi rojnameyê re hate kirin, belgeyên fermî hatin pêşkêşkirin û hin xalên girîng ku nerastbûna rapora The Guardian îsbat dikin, eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ev agahî dan:

“Di belgeya rapora The Guardian de, li gorî madeya 13’an a biryarnameya 20`an a sala 2019`an ku 2 DAIŞ`î li gorî îdiaya rojnameyê serbest hatine berdan. Piştî lêkolînê hate diyarkirin ku biryarnameya di belgeyê de sexte ye û ew jî biryarnameya efûyê ye ku rejîma Sûriyê di sala 2019`an de derxist û li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qet nayê bikaranîn. Ji raya giştî re hate eşkerekirin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û standinê bi biryarnameyên rejîma Sûriyê, nexasim ên têkildarî dozên dadgehkirina DAIŞ`iyan nayên kirin. Her wiha biryarnameyeke wekî wê di qanûnên Rêveberiya Xweser de tune ye.

Li aliyê rastê li jora belgeya sexte hatiye nivîsandin Rêveberiya Xweser a Demokratîk-Kantona Cizîrê û li aliyê din jî logoya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye nivîsandin. Em matmayî mane ku çawa aliyên ku ev belgeyên sexte çêkirine, logoya Rêveberiya Xweser a Demokratîk nas nakin û ji logoya Yekîneyên Parastina Gel cuda nakin.

Her wiha di belgeyê de têgîna "Kantona Cizîrê" hatiye nivîsandin, ev têgeh tune ye û di sala 2017'an de bi têgeha "Herêma Cizîrê" hatiye guhertin û beriya belgeya sexte ya The Guardian ya sala 2020'an an ku peyva "Kantona Cizîrê" berî 4 salan li herêmê nayê bikaranîn.

Sernivîsên hemû belgeyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk bi 3 zimanên fermî (erebî, kurdî, suryanî) hatine nivîsandin. Bi dehan rojnamevanên The Guardian serdana herêmê kirine û gelek raporên çapemeniyê amade kirine û di nav de rojnamevana ku rapora dawîn amade kiriye, wê yekê dizanin. Hemû saziyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi taybet yên ku di asta darayî de bê mohr nayên bikaranîn, ji ber ku di belgeya sexte ya îmzekaran de mohr tune ye, tenê îmzeyek heye ku bi hêsanî tê çêkirin.

Têgeha "lihevkirina giştî" hate gotin, ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tu awayî ev gotin nayê bikaranîn. Her wiha şaşiyên têkildarî photoshopê ku di belgeyê de diyar in, rojname ket xefika wê."

The Guardian xwe dispêre belgeyên sexte yên rojnamevanekî li Tirkiyê ku beriya heman raporê di malperên din ên nezelal de nivîsandibû. Şaşiya herî mezin ew e ku rojnameyeke navdar wekî The Guardian dikare vê bike û israra ranekirina belgeya sexte şaşiyeke mezintir e ku ne li gorî saziyê ye ku divê rêveberiya rojnameyê jê haydar be. Li ser vê bingehê em daxwazê ji rojnameya The Guardian dikin ku der barê sedem û hincetên vê sextekariyê û hewldana reşkirina hêzên me yên ku ji bo tunekirina DAIŞ'ê û parastina mirovan gelek tê koşiyan û şehîd dane, lêpirsînekê ji nivîskarên raporê re veke. Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk destnîşan dikin ku dê tedbîrên qanûnî yên guncaw ji bo dadgehkirina nivîskarên rapora sexte bigirin.

Em ji gelê xwe û raya giştî ya cîhanê re piştrast dikin ku hêzên me dê bi biryardarî têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê bi hemû şêwazan bidomînin, tevî ku hin welatên ku welatiyên wan ên DAIŞ'î di girtîgehên me de ne jî pişta xwe didin hewldanên me yên di vê mijarê de. Em careke din xeteriya paşguhkirina metirsiya girtî û malbatên DAIŞ'ê bi bîr dixin."

(bx-dx)

ANHA