Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke dewleta Tirk li ser rêya M4 topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan derdora nuqteyeke dagirkeriya Tirk li gundê Mecdeliya yê li ser rêya Heleb-Laziqiyê (M4) a navneteweyî topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteyeke dewleta Tirk li ser rêya M4 topbaran kir
24 mijdar, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi moşekan derdora nuqteyeke dagirkeriya Tirk li gundê Mecdeliya yê li ser rêya Heleb-Laziqiyê (M4) a navneteweyî topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê duh çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê ku tê de nuqteyek dagirkeriya Tirk heye, topbaran kir. Her wiha gundên Biylon û Maratê yên li çiyayê Zawiyê topbaran kirin.

(dm)