Civîneke sêalî di navbera Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê de

Bi amadebûna rêveberên MSD`ê, Rêveberiya Xweser û QSD`ê ji bo nîqaşkirina astengiyên li pêş herêmê, MSD`ê civînek li dar xist. Di civînê de ji bo xurtkirina rola saziyên her sê aliyên beşdar, çareserî hatin pêşkêşkirin.

Civîneke sêalî di navbera Rêveberiya Xweser, MSD û QSD`ê de
24 mijdar, 2021   09:23
HESEKÊ-HENAR ÎBARHÎM

Civîn ji aliyê hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş ve hate birêvebirin û tê de girîngtirîn dozên stratejîk ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên li ser hemû astan ên li pêş herêmê hatin nîqaşkirin û ji bo xurtkirina rola saziyên her sê aliyên beşdarî civînê bûne, çareserî hatin pêşkêşkirin.

Di civînê de her wiha fermandarên Meclisa Leşkerî ya QSD`ê, endamên Desteya Serokatiyê ya Rêveberiya Xweser û Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê beşdar bûn.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî jî behsa astengiyên ewlehiyê û leşkerî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, nexasim gefên dawiyê û provokasyonên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li ser sînor û eniyên şer. Her wiha behsa hedefgirtina hewayî û bejahî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî sivîlan kir û da zanîn ku ev yek derfetê dide şaneyên DAIŞ`ê ku careke din aktîf bibin.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser girîngiya pabendbûna rêkeftinên navneteweyî û herêmî yên ku bi aliyên cuda re hatine îmzekirin û ya herî girîng rêkeftina "herêma bêçek".

Her wiha Ebdî bal kişand ser têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û şaneyên wê, her wiha şerê li dijî ramanên tundraw, xebata hevbeş û berdewam li gel aliyên navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ji bo gihîştina çareseriyeke berfireh ji aloziya Sûriyê re li gorî pêwîstiyên aliyên siyasî û civakî yên gelê Sûriyê.

Hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser Ebdulhemîd El-Mihbaş jî bal kişand ser girîngiya ku aliyên aktîf ên dosyaya Sûriyê daye rêveberiyê, her wiha bal kişand ser pêwîstiya Rêveberiya Xweser a ji bo pêşxistina xebatên îdarî û yasayî, dabînkirina hemû pêwîstiyan û xebata li ser projeyên geşedanê û aborî.

Her wiha beşdaran pêwîstiya her sê saziyan ji bo lîstina rola xwe di bihêzkirina nasnameya Sûriyê de û bi rêya lidarxistina civînên asayî derbaskirina hemû zehmetî û astengiyên li pêşiya pêvajoya pêşketinê, pêkanîna ewlehî aramiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xurtkirina xebata komîte û desteyên hevbeş di warê şopandina mijaran de. Her wiha berdewamkirina xebatên îdarî, siyasî û leşkerî heta pêkanîna ewlehî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aloziya Sûriyê bi awayekî ku daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, bên çareserkirin.

(cx-dx)

ANHA