​​​​​​​Awistralyayê Hizbullah xist lîsteya terorê

Awistralyayê îro ragihand ku Hizbullah a Lubnanê li gorî qanûnên ceza di lîsteya terorê de ye.

​​​​​​​Awistralyayê Hizbullah xist lîsteya terorê
24 mijdar, 2021   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra karên hundir a Awistralyayê Karen Andrews li ser Twitterê ragihand ku hikumet dixwaze Hizbullah û komeke nîjadperest a nazîst wek rêxistinên terorîst nîşan bide. Her wiha anî ziman ku ew dê tedbîrên giran têkildarî vê yekê bigirin.

Li gorî rojnemaya Jerusalem Post, serokwezîrê Îsraîl Naftali Bennett di civîna wan a li Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de ku li Glasgow hatibû lidarxistin, ji hempêşiya xwe ya Awistralyayê Scott Morrison xwestibû ku Hizbullahê bixe lîsteya rêxistinên terorîst.

(dm)