Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê aloziya ewlehiyê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, Lîbya û Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê aloziya ewlehiyê
24 mijdar, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI SIWÊDAYÊ DARAN JI BO ŞEWITANDINÊ DIBIRIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî mijarê wiha nivîsî: "Li Siwêdayê hêzên parastinê yên rejîmê girtin ser nexweşxaneya El-Wetenî û di encama wê de 4 welatiyên ji bajarokê Mifele, di nav de kesên ku tawana birîna daran ji bo şewitandinê li ser wan heye, hatin girtin. Ji ber vê yekê jî şêniyên bajarok rêya Şam-Siwêdayê girt, tevliheviya ewlehiyê derket û gule hatin reşandin.

Gelê Sûriyê ji bo peydakirina madeyên germkirinê û bi kêmbûna saetên dayîna kehrebeyê li herêmên rejîmê re, aloziyeke mezin heye. Ji ber vê yekê jî buhayê daran ku li şûna mazotê tên bikaranîn, bilind bû. Her toneke daran gihaşt zêdetirî 700 hezar lîreyên Sûriyê (200 dolar).

Çavkaniyên herêmî ji Siwêdayê got ji nava kesên hatine girtin, 2 kes bi awayekî sivik birîndar bûne.

Her wiha birîndar rakirin nexweşxaneya Siwêdayê. Li ber nexweşxaneyê pevçûn di navbera gel û hêzên rejîma Sûriyê de rû da.

Her wiha toreya Siwêda 24 a nûçeyên herêmî, ragihand ku bi dehan xizmên girtiyan berê xwe daye rêya Şam-Siwêdayê da ku rê bigirin û banga serbestberdana girtiyan bikin, lê dewriyeyên ewlehiyê gule ber bi wan ve berdan û di encama wê de şer di navbera hêzên ewlehiyê û şêniyan de derket û zirar gihaşt malên li herêmê. Toreyê diyar kir ku şer 15 deqeyan dewam kir, paşê her du tîm ji ser rê vekişiyan.”

‘LI LÎBYAYÊ METIRSIYÊN TALOQKIRINA HILBIJARTINAN’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Îstîfakirina nûnerê NY`yê yê Lîbyayê Jan Kubis şopînerên rewşa siyasî ya Lîbyayê matmayî kir û guman û metirsî têkildarî derfeta paşdexistina hilbijartinên 24`ê Kanûnê çêkirin."

 ‘FILISTÎN Û ÎSRAÎL… ÇARESERÎ MIFTEYA ARAMIYÊ YE’

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Beyan jî wiha nivîsî: "Tenê her du alî, filistînî û îsraîlî dikarin aştiyê bi pêş bixin. Em destekê didin çareserkirina her du dewletan lê em dan û standinê dihêlin ji bo wan." Bi van gotinan balyoza Amerîkayê ya NY`yê Linda Greenfield pêşeroja çareseriya siyasî nirxand, dema ku bi berpirsên filistînî û îsraîlî re civiya.

Berpirsa amerîkî careke din diyar kir ku gelên filistînî û îsraîlî layiqî tedbîrên wekhev ên azadî û ewlehiyê ne.

Gelê Filistînê bi awayekî erênî vegerandina alîkariyên darayî yên amerîkî ji wan re dinirxînin.”

(bx)