Îsraîlê herêmên ji Sûriyê bombebaran kir

Ajansa SANA ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê li dijî herêmên li Sûriye de 2 sivîl hatin kuştin, sivîlek û 6 leşker birîndar bû.

Îsraîlê herêmên ji Sûriyê bombebaran kir
24 mijdar, 2021   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêrê çavkaniyek leşkerî, eşkere kir ku vê berbangê Îsraîlê bi moşekan herêmên Sûriyê bombebaran kirin.

Ajansê diyar kir ku parastina hewayî ya Sûriye rê li ber moşekên li asîmana Humisê girt û piraniya wan bêbandor kirin.

(dm)