Belarûsê veguhastina welatiyên 6 dewletan rawestand

Şîrketa balafiran ya Belarûsê 'Belavia' veguhastina rêwiyên 6 dewletan di nav 5 dewletên Ereb ji paytexta Ozbekistanê Teşqand ber bi Minskê ve rawestand.

Belarûsê veguhastina welatiyên 6 dewletan rawestand
18 mijdar, 2021   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Belavia di daxuyaniyeke xwe de piştrast kir ku ev biryar ji bo welatiyên Iraq, Yemen, Lubnan, Sûriyê û Efganistanê ye. Şîrketê destnîşan kir ku wê piştî biryara aliyên peywendîdar ên Ozbekistanê ev tedbîr girtiye.

Şîrketê diyar kir ku tedbîrên nû li ser rêwiyên ku pasportên dîplomatî yan jî belgeyên mayîn li Belarûsê pê re hene, ne derbasdar e.

Li ser sînorên Belarûs-Bolonyayê bi hezaran penaber asê mane ku piraniya wan Kurdên ji Başûrê Kurdistanê ne û ji ber siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê reviyane.

(şx)