Cewad El-Beydanî: Xayînên bi Tirkiyê re xeteriyê çêdikin û QSD li dijî planên Tirkiyê ye

Lêkolînerê iraqî Dr.Cewad El-Beydanî da zanîn ku li gel dewleta Tirk stratejiyeke kevn heye ku serweriyê li parçeyên Sûriyê û Iraqê bike û vê yekê jî bi alîkariya xayînan dike.

Cewad El-Beydanî: Xayînên bi Tirkiyê re xeteriyê çêdikin û QSD li dijî planên Tirkiyê ye
18 mijdar, 2021   05:11
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHIYA HEBÎB

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El-Beydanî ji ajansa me re têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraq û berjewendiyên wê yên dagirkeriyê û rola QSD`ê ya li dijî planên dagirkeriyê, axivî.

STRATEJIYA KEVN

Têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê û Iraqê Dr.Cewad El-Beydanî  wiha got:"Piştî têkçûna dewleta Tirk  di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, strajiyek ji xwe re esas girt. Stratejiya wê ku Heleb û derdora wê, Mûsil heta herêma Zaxo û herêma Samira, serwer bike."

‛HEVKAR Û XAYÎN JI BO SÛRIYÊ Û IRAQÊ GEF IN’

Girêdayî êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov û hedefgirtina malbata Gulo ya welatparêz, El-Beydanî  wiha got: "Êrişên siûqastkirinê berdewam in û dewleta Tirk di vê siyasetê de pişta xwe dide ajanên hundirîn û derve. Ji ber balafira Bayraktar bêyî agahdariyê nikare hedefê bigire."

El-Beydanî wiha domand: "Ev tê wateya ku êrişa siûqastkirinê ya li hundirê Sûriyê pêk hatiye agahiyên wê ji hundirê Sûriyê bûn. Hin kesên tevkar û xayîn li wan herêman hene bi wan re dixebitin. Her wiha li hundirê herêmên Iraqê li Şengalê û hin herêmên din jî ku alîgirên dewleta Tirk û pereyan distînin wan kiryaran dikin."

El-Beydanî  hişyarî da, ku ew kesên hevkar û xayîn li ser Iraq û Sûriyê, her wiha li ser QSD’ê û partiyên parastina gelên xwe li hember êrişên şovenîzm ên turanîzm dikin, gef in.

'QSD`Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRKIYÊ YE'

El-Beydanî  bang li dewletên herêm di nav de Iraq kir ku piştevaniya QSD’ê bike û ev tişt got: "Min her tim digot QSD’ê nûnertiya xeta yekemîn a li dijî berjewendiyên dewleta Tirk û tevgerên terorîst ên bi piştevaniya dewleta Tirk tevger dikin. Ji lew re bi rêya çapemeniyê digot piştevaniya QSD`ê bikin."

Cewad El-Beydanî  ev tişt anî ziman: "Bi axaftina li ser îslam û milismanan û li ser Mihemed û quranê neyên xapandin. Ev tevahî derew in ku Erdogan bi kar tîne. Ji ber li rojava li ser van tiştan baş hatiye perwerdekirin. Heke em dîroka tevgerên îslamê bixwînin em ê bibînin ku bandora Brîtanyayê li ser avakirina van tevgeran mezin e, her wiha bandora Masoniyê jî li ser heye. Her wiha piranî serokên wê bi siyonîzma cîhanî ve girêdayî ye û Erdogan kontrol dikin. Heta nakokiya di navbera Erdogan û Îsraîlê de berê baş hatiye dîzaynkirin û koordînakirin."

El-Beydanî  wiha dewam kir: "Erdogan di her gaveke xwe de bi Îsraîl û DYA’ê re di nava koordînayê de ye. Ji lew re çi êrişek pêk tê bi koordîna pêk tê û armanc jê wêrankirina herêma Ereb û lawazkirina wê, her wiha lawazkirina rihê manewî ya li cem gelê Kurd e. Heke ne wisa be ma koçberiya komî ya Kurdan bi vê hejmara mezin çawa tê şîrovekirin."

Her wiha El-Beydanî got: "Em ê çawa vê şîrove bikin. Ev yek bi sedema rewşa bedbînî ya welatiyê Kurd a ji ber fişara çapemenî, siyasî û zexta dewleta Tirk pêk hate. Niha dewleta Tirk zextekê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê çêdike û li van herêman Kurd hene."

‛HEVALBENDIYA EREB-KURD'

Têkildarî armancên dewleta Tirk ji van gefan El-Beydanî wiha got: "Dixwaze fikireyekê bigihîne cîhanê ku Ereb û Kurd tevlihev in. Ji lew re min her ti bang dikir ku diyalogeke rast ne propoganda di navbera Ereb û Kurd de çêbibe. Diyalogeke encamên wê erênî bin ne tenê ew doz li ser belgeyan bimînin û bi rêya çapemeniyê werin belavkirin ku xizmetî civakên Ereb û Kurd nakin. Divê çareyên rast pêk werin, ne çapemenî, devkî û nivîskî bin."

El-Beydanî di axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Em wekî gel, divê pişta xwe nedin DYA û Rûsyayê, divê em pişta xwe bidin enerjiyên xwe. Ev yek jî bi rêya koordîne û şîrovekirina pêşerojê ku li hember dijmin bisekinin pêkan e. Divê em peyama xwe bigihînin cîhanê ku gelên me rûbirûyî xeteriyê ye û tişta li dijî me pêk tê, şerê hebûnê ye."

El-Beydanî  da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya dezgehên çapemeniyê yên zextê lê dikin ku bi zimanên cuda diaxivin bi taybet bi fransî û ingilîzî tê qelskirin, ji ber xeteriya herî mezin li ser Ereb û Kurdan, dewleta Tirk û kêmneteweyên piştgiriya wê dikin û wiha dewam kir:" Divê em bi hev re di nava hevkariyê de bin û pişta xwe nedin siyasetmedaran. Em wek gel bi hev re rûnin û derbas nava gel bibin û pê re li ser mezinbûna gefên li dijî me biaxivin."

Bi pêşdeçûneke xeternak, yek ji serokên Cebhet Tirkmen Erşed Salihî beriya çend rojan beşdarî civîna Meclisa Tirkî yan jî dewletên bi tirkî diaxivin bû.

Têkildarî vê mijarê Cewad El-Beydanî  wiha axivî: "Li gel dewleta Tirk stratejiyeke kevn heye ew jî ku qaşo milkiyetên tirkî yên li Iraq û Sûriyê vegerîne. Di vê stratejiyê de pişta xwe dide kesên xwefiroş û danûstandina bi hin aliyên ku li ser hesabê aliyên dîtir dixebitin, ji wan Ehil Sune û Cemae û dibêjin av xak ji mafê me ye, ji ber di vê xakê de tirkmen dijîn. Ev yek jî di serdana serokê Cebhet Tirkmen ji bo beşdariya konferansa li Stenbolê hatiye lidarxistin de eşkere bû."

El-Beydanî  wiha lê zêde kir: "Ez dibînim ku ev xal pir hesas e û ev stratejiya dewleta Tirk li herêmê eşkere dike ku bi rêya wê serweriyê li mejiyê hin dahatûyên siyasî yên Tirkiyê beriya yên girêdayî Iraqê bin, dike. Bi wê re daxuyaniyên endamê Cebhet Tirkmen û kiryarên dewleta Tirk dike şahidekî zindî li ser timayên dewleta Tirk e."

El-Beydanî got: "Erdogan di stratejiya xwe de di destpêkê de li her dewletekê ku tê de kêmneteweya tirkmen heye li ser vejandina aliyê neteweyî û xala din jî vejandina aliyê olî dixebite. Hin caran ji Kurdan re dibêje hûn misliman in, lê dema Kurd serî hildidin û mafên xwe dixwazin, rûbirûyî zilmê tên."

El-Beydanî  girêdayî mijarê pirs kir ku ger konferanseke erebî li Misirê yan jî çi dewleteke Ereb li darkeve gelo ji mafên erebên li Tirkiyê hene beşdar bibin an di lîsteya Erdogan de qedexe ye. Ev nakokiya di siyaseta dewleta Tirk de xeteriyên mezin çêdike.

‛HÊZKEKE ŞOVENÎST LI SER BINGEHA BERFIREHKIRINA TIRKIYÊ YE’

Têkildarî berfirehkirina Tirkiyê li cîhanê El-Beydanî  ev tişt anî ziman: "Bi lawazbûna hêzên siyasî yan jî hêzên Ereban, Erdogan hewl dide xwe bispêre hêzeke netewperest a şovenîst a li ser bingeha berfirehkirina dewleta Tirk li herêmên rojhilatê Tirkistanê li Çînê û heta li herêmên li hember Ewropa û li aliyekî din jî li Rûsya fikaran çêdike. Pûtîn û Rûsya di metirsiyê de ne, ji ber piranî rêxistinên terorîst ên heyî bi koka tirk in. Lê li herêma Deryaya Spî Erdogan şansa xwe ceriband, lê li wir hêzeke mezin a erebî heye, ew jî komara Misirê ye û hin dewletên Ereb ên piştgiriya Misirê dikin, bi taybet dewletên Kendavê yên ku ji planên dewleta Tirk metirsîdar in."

‛HÊZÊN AZERBEYCAN, ETYOPIYA Û SOMALÊ LI TIRKIYÊ PERWERDE DIBIN’

El-Beydanî  diyar kir ku niha dewleta Tirk li ser herêma Somalê serwer e û hêzên Somalê, her wiha hêzên Azerbaycan û Etyopiyayê li herêma Gazî Antabê perwerde dibin û wiha dewam kir:"Lê belê hêza Misirê mezin e, ger ne ji hêza Misirê û binketina rêxistina Îxwan El-Muslimîn a terorîstiya li Tunis, Mexrib û Lîbyayê bûya, dê hêzên dewleta Tirk berava Deryaya Spî bi hevkariya Fransayê dagir bikira."

El-Beydanî  ev tişt got: "Lê belê Fransa dît ku dewleta Tirk ji xwe mezintir dixwaze û bang li Misirê kir. Li vir dixwazim gotineke fermandarekî Sovyetê bi bîr bixim û got; ma divê em Fransa wek hêzeke mezin nebînin. Divê em xwe bi Fransa neparêzin, ji ber Parîs di 4 saetan de hilweşî, di heman demê de avahiyek li herêma Stalin Grad 44 rojan li ber xwe da."

Dr. Cewad El-Beydanî  got: "Fransa û Yewnanistanê li rojhilatê Deryaya Spî xwe bi Misirê parastin, divê piştevaniya Misirê bi rêya çapemeniyê were kirin û li kêleka wê were sekinandin. Ji ber ew mertala li hember tevahî siyaset û tevgerên dewleta Tirk e ku niha li Etyopiya, başûrê Yemen, Somal, Sûdan, Afrîkya û herêmên din ên cîhanê pêk tîne. Dewleta Tirk ji bo Çînê gef e."

PIŞTEVANIYA AMERÎKA JI DEWLETA TIRK RE

El-Beydanî ev pirsî kir "Ma gengaz e DYA’yê bihêle dewletek bi vê bêserûberiyê bêyî koordînaya ji stratejiya wê re, tev bigere? Dewleta Tirk li başûrê Yemen, Somal, Etyopiya, Nigeriya, Niger, berava rojavayê Afrîkayê û li hin welatên Amerîka Latîn heye. Niha jî ber bi dewletên başûrê rojhilatê Asyayê ve diçe. Hevalbendiyan bi Pakistanê re pêk tîne û dest bi piştevaniya Uygur kir û ji wan re konferansan li dar dixe. Ma gelo DYA’yê dihêle dewleteke bi vî awayî mezin bibe?."

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr.Cewad El-Beydanî  wiha dawî li gotina xwe anî: "Tenê Cemal Ebdunasir li ser yekitiya Ereban axivî, ji aliyê aborî ve têk birin û şerek li dijî wî pêk anîn.  Wan hiştin Erdogan jî bi kêfa xwe tev bigere. Sedema wê jî Amerîka piştevaniya wî dike ku fişarê li Çîn, Rûsya û welatên Ereb bike."

(fr)

ANHA