Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt

Rêveberiya dibistanan a navçeya Zirganê hişyarî da ku ji ber berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî dibistan û navendên perwerdeyê, nifşek bi temamî ji mafê perwerdeyê bê par bibe.

Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt
Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt
Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt
Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt
Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt
Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt
Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt
Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt
Sûcekî şer…Dagirkeriya Tirkiyê nifşek ji xwendinê bê par hîşt
18 mijdar, 2021   03:07
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sala 2019`an Serêkaniyê dagir kir û derdora 25 gundên navçeya Zirganê dagir kirin, 41 dibistanên li nêzî eniyên şer ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk û çeteyên wê nikarin deriyên xwe li pêşiya xwendaran vebikin.

Ruxmî hemû astengiyan û êrişan, lê gerînendetiya perwerdeyê ya kantona Hesekê ji bo dewamkirina perwerdeyê, li navçeya Zirganê û hin gundên wê, hemû pêdiviyên dibistanan bi cih anîn û gelek dibistan sererast kirin.

Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca koçberkirina şêniyan û dagirkirina gundên mayî, herêmê bê serûber topbaran dike.

Di vê çarçoveyê de, dewleta Tirk a dagirker di 5 û 14`ê Tebaxê de dibistana gundê Til El-Werd û gundê Rebîat û dibistana El-Erade gelek caran topbaran kir. Di encamê de zirarên mezin gihaştin dibistanan û êdî dibistan ji xizmetê derketin.

Her wiha di 17`ê Tebaxê de dagirkeran naverasta navçeya Zirganê topbaran kir û di encmê de jinek û zarokekî mirin û zirar gihaşt malên sivîlan û binesaziya navçeyê.

/kr/uploads/files/2021/11/18/085654_1-2.webp

Têkildarî mijarê, Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Zirganê Silêman Salih got: “Topbaran bi awayekî neyînî bandor kir. Ji ber ku gundî koçber bûn û gelek xwendekar neçûn dibistanê. Lê bi israra xwe hêdî hêdî zarok vegeriyan dibistana xwe."

Salih wiha domand: “Beriya ku çete Serêkaniyê û Girê Spî dagir bikin û nêzî navçeyê bibin, xebatên perwerdeyê baş derbas dibûn.”

Salih hişyarî da ku heke êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê berdewam bikin, dê nifşek ji bê perwerde bimîne û ev yek destnîşan kir: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser eniyên şer, ji bo xwendekaran metirsiyan çêdikin û bi awayekî neyînî bandor li wan dikin.”

Di vê dawiyê de hemwextî gefên rayedarên Tirk ku herêmê dagir bikin, dewleta Tirk a dagirker  nuqteyên xwe yên li eniyên şer ên bi Zirganê re asê kirin.

Salih got rêxistinên hiqûqî û yên mirovî berpirsên sûcên dewleta Tirk ên li dijî xebatên perwerdeyê ye. Salih bêdengiya wan rêxistinan şermezar kir û destnîşan kir ku pêwîst e bi erkên xwe rabin û rê li pêşiya dagirkeriyê bigirin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Zirganê diyar kir ku hejmara xwendekarên navçeya Zirganê berê 7 hezar û 500 xwendekar bûn, lê niha derdora 4 hezar û 500 xwendekar e.

(şx)

ANHA