​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hewldanên Rûsya û Îsraîlê yên derxistina Îranê ji Sûriyê

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de behsa rewşa Sûriyê, Iraqê û rojeva Afrîkayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hewldanên Rûsya û Îsraîlê yên derxistina Îranê ji Sûriyê
18 mijdar, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

‘JI DEMA HEVDÎTINA PÛTÎN-BENET VE, ÎSRAÎL 4 ÊRIŞ LI SÛRIYÊ PÊK ANÎN’

Di kar û barên Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Sibeha çarşemê televîzyonê Sûriyê got, Îsraîlê ji girê Colanê bi du moşekan avahiyeke vala li başûrê Şamê kir hedef. Ji dema hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet ya li Soçiyê di 22`yê meha borî de, ev cara çaremîn e ku Îsraîl êrişan li Sûriyê pêk tîne.

Li gorî televîzyonê Sûriyê, moşekek hatiye bêbandorkirin û tu ziyan çênebûne. Îsraîlê jî der barê êrişê de tu daxuyanî neda.

Hefteya borî jî, Îsraîlê nuqteyên li naverast û rojavayê Sûriyê bombebaran kiribûn, piştre nuqteyên girêdayî Îranê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê ji aliyê balafirên nenas ve hatibûn bombebarankirin.

Destpêka vê mehê, wezîrê Îsraîlê Zeev Elkin eşkere kir ku Pûtîn û Benet li ser derxistina Îranê ji Sûriyê, li hev kiriye.

Rojnameya The Jerusalem Post ya Îsraîlê, diyar kir ku di nêzîkbûna Rûsya-Îsraîlê de armanceke hevpar heye, ew jî derxistina Îranê û wekîla wê (Hizbullah) ya li Sûriyê ye.

Rojnameyê piştrast kir ku li ser erdê artêşa Îsraîlê tevgera Îranê û mîlîsên girêdayî wê dişopîne û bi hemû hêza xwe hewl dide wê tevgerê qels bike, lê belê Rûsya tenê temaşe dike û çavên xwe hem li tevgerên Îran, hem jî li yên Îsraîlê digire.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku Îsraîlê herêmeke gundewarên Şamê hedef girtiye ku tê de depoyên çek û cebilxaneyê yên mîlîsên girêdayî Îranê hene. SOHR`ê her wiha ragihand ku ji destpêka îsal ve, Îsraîlê 23 caran herêmên Sûriyê kirine hedef, 65 armanc rûxandine û 120 kes kuştine.”

‘ŞEPÊLA SEDR NIYET DIKE KAZIMÎ JI BO SEROKATIYA HIKUMETA NÛ HILBIJÊRE’

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê der barê rewşa Iraqê de got: “Çavkaniyên siyasî yên ji Iraqê piştrast kir ku Şepêla Sedr ya bi serokatiya Muqteda El-Sedr, niyet dike 3 kesayetan ku di nav de serokwezîr Mistefa Kazimî jî heye, ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê, piştî ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinên parlamantoyê, pêşniyar bike.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hin hêzên siyasî însiyatîfa serokê “Şepêla Hikimê” Emar El-Hekîm qebûl kiriye, ku beriya 2 rojan ji bo lihevkirina li ser encamên hilbijartinan û pêşxistina xebatên siyasî pêşkêş kiribû. Lê belê çavkaniyan got dibe ku şepêla Sedr hin şertan deyne û Kazimî ji nû ve ji bo beşdarbûna dan û standinên ku tê payîn piştî ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinan dest pê bikin, hilbijêre.”

‘LI AFRÎKAYÊ ALOZIYA EWLEHIYÊ… AMERÎKA BANGA PÊKANÎNA DEMOKRASIYÊ DIKE’

Têkildarî rewşa Afrîkayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Ji serdana yekemîn a wezîrê karê derve yê Amerîkayê diyar dibe ku Amerîka ji rastiya heyî dûr e. Di demekê de ku li Afrîkayê pirsgirêkên ewlehiyê hene, Amerîka  van pirsgirêkan paşguh dike û balê dikişînê ser demokrasiyê.

Ji aliyekî din ve jî, Amerîka hewl dide li Afrîkayê pêşiya belavbûna Çînê bigire.”

(cx)