Sûdan: Di xwepêşandan de du kes mirin û peywendî qut bûn

Komîteya Navendî ya Bijîşkên Sûdan da zanîn ku di xwepêşandanên li Xertûmê de di encama hedefgirtina artêşê ji xwepêşandêran re herî kêm 2 kes mirin, her wiha peywendî û enternet hatin qutkirin.

Sûdan: Di xwepêşandan de du kes mirin û peywendî qut bûn
17 mijdar, 2021   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Navendî ya Bijîşkên Sûdanê ragihand ku di xwepêşandanên li bajarê Behrî yê Sûdanê de 2 kes bi guleyan hatin kuştin. Li aliyekî din jî kombûna pîşesazên Sûdanê da zanîn ku welatiyek li Um Dirmanê mir û gelek jî birîndar bûn.

Li aliyekî din jî kombûna pîşesazên Sûdanê daxuyand ku hêzên Sûdanê li gelek herêman xwepêşandêr dorpêç kirin, ji wan herêman Behrî, kolana Sitîn û Embede. Her wiha hêzên Sûdanê li dijî xwepêşandêran gaza rondikrêj bi kar anî.

Her wiha li Sûdanê peywendî û enternet hatine qutkirin.