Şandeyeke payebilind a Rûsyayê li Şamê bi Esed re civiya

Şandeyeke payebilind a Rûsyayê bi serokatiya Alexander Lavrentiev ku nûnerê taybet bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn e, serdana Şamê kir û bi Beşar Esed re civiya.

Şandeyeke payebilind a Rûsyayê li Şamê bi Esed re civiya
17 mijdar, 2021   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SANA`yê ku ajansa fermî ya hikumeta Şamê ye, Beşar Esed şandeya Rûsyayê ya bi serokatiya Alexander Lavrentiev pêşwazî kir. Alexander Lavrentiev dê beşdarî civîna asayî ya hevbeş a desteyên koordînator ên Rûsya û Sûriyê ya têkildarî vegera paneber û koçberan bibe ku tê payîn li Şamê li dar keve.

SANA`yê daxuyand ku her du aliyan, encamên xebatên peydakirina şertûmercên ji bo vegera koçberan û bilezkirina xebatên lihevhatinê, bi erênî nirxandin.

Di Mijdara 2020`an de Rûsyayê ji bo penaberan civînek li Şamê li dar xist. Ji bona wê propagandayeke mezin çêkir, lê tu encamên berçav bi dest neketin. Ji ber dewleten rojavayî û piraniya dewletên ereb tev li kongreyê nebûn.

(şx)