Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa konferansa xwe ya 1’emîn bi dawî kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa ya girêdayî Qamişlo konferansa 1’emîn a malbatên şehîd bi diruşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkerî û faşzima Tirk têk bibin" li dar xistin. Meclisê konferansa xwe bi encamname û hilbijartina endamên nû ji bo rêveberiya meclisê bi dawî kir.

17 mijdar, 2021   16:25
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê vê sibehê xebatên 1’emîn konferansa xwe bi beşdariya 120 delegeyan dest pê kirin, her wiha tê de şandeyên ji QSD’ê, Mala Birîndaran û saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk li Çilaxa Feryal El-Qesom, endamê Kongreya Star Semer El-Mubarek û yek ji fermandarên QSD’ê Serdem Rojava axivîn. Axêveran lidarxistina konferansê li tevhî malbatên şehîdan û gelên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku ev konferans û beşdariya hemûyan bi saya fedekariyên şehîdan e. Axêveran soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan heta pêkanîna armancên wan berdewam bikin.

Têkildarî rola malbatên şehîdan, axêveran teqez kir ku bingeh, hêza şoreşê û tevgera zadiyê di malbatên şehîdan de ye ku li ser rêça zarokên xwe dimeşin.

Piştî axaftinan, rapora salane ya xebatên Meclisa Malbatên Şehîdan bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin û ji hêla malbatan ve hate nirxandin.

Piştî wê 7 endamên nû ji bo rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa hatin hilbijartin.

Konferans bi erêkirina li ser van biryaran bi dawî bû:

-Ji bo azadiya rêber Apo têkoşîn were xurtkirin.

-Tevahî pirsgirêkên malbatên şehîdan bêyî derengxistin bi rêya Meclisa Malbatên Şehîdan werin çareserkirin, were xwestin dê komîte ji bo vê yekê werin avakirin.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan di nav malbatên şehîdan û civakê de saziya pêşeng be.

-Ji bo şopandina rêxistinbûyîna malbatên şehîdan û diyarkirina erk û peywiran di saziyê de komîteyeke taybet were avakirin.

-Xebatên perwerdeyê di Meclisa Malbatên Şehîdan de were domandin.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan li hemberî êrişên li ser nirxên şehîdan û felsfeya rêbertiyê bisekine.

-Ji bo pêşxistina xebatê, divê Meclisa Malbatên Şehîdan bi hemû saziyan re koordîne bike.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan, li ser pirsgirêkên diravî û aborî yên malbatên şehîdan bisekine û li gorî derfetên heyî projeyên aborî veke.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan pêşengtiya civakê di rêxistinkirina gelê şoreşger li ser fikir û felsfeya rêbertî de bike.

(fr)

ANHA