ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-11-2021
17 mijdar, 2021   00:00

-Îro Yekitiya Jinên ciwana pêşangeha pirtûkên rêber Abdullah Ocalan ku duh li Tebqayê li dar xistibû, bi dawî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê civîneke girse ji şêniyan re li dar dixe û tê de pêşdeçûnên siyasî yên dawî li herêmê şîrove dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Parêzerên Kantona Efrînê Cibraîl Mistefa, da zanîn Hemleya Dem Dema Azadiyê ye hemleyeke gelek girîng e, her wiha destnîşan kir ku azadiya rêber Abdullah Ocalan dê bi xwe re dawiya alozî û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şehîd Mezlûm Gulo navê şehîd Mezlûm Doxan rakiriye ku şoreşgerekî tenê fedekarî nas dikir. Şehîd Mihemed Gulo jî ji temenê xwe mezintir dixuya û ji biçûkatiya xwe ve tê dikoşiya û di vê rêyê de gihaşt asta şehadetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdên ên navçeya Tirbespiyê  got: "Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî bikaranîna çekên  kîmyewî sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê dike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava çemê Firatê ji ser Sûriyê berdewam dike, bi wê yekê tevahî mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike û karesateke rasteqîn ji gelên herêmê re çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Malbatên çeteyên Roj bang li xizmên xwe kirin ku êdî divê nebin tifinga li ser milê dewleta Tirk û gotin: “Ew ne pêşmerge ne, hêzeke çete yên dewleta Tirk in.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Di çend rojên dawî de dezgehên çapemeniyê bal kişandin ser belgeyeke urdunî ya têkildarî Sûriyê. Rojnamevan û analîzvan Hisên Omer destnîşan kir ku armancên vê belgeyê aborî ne. Her wiha hevserokê MSD`ê Riyad Derar jî peyamek têkildarî çareseriya li Sûriyê ji welatên ereb re şand. (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Hêzên hegemon siyasetên belavkirina krîzên afrîner li cîhanê dimeşînin da ku karibin serweriya xwe lê ferz bikin. (BI WÊNE)

KURDISTAN

- Nivîskar û lêkolînera Kurd Edalet Ebdullah bang li siyasetmendar û rewşenbîran kir ku welatiyan teşwîqî mayîna li welat bikin. Her wiha pêla koçberiyê ya ji Başûrê Kurdistanê bi êrişên dewleta Tirk û gendeliya li saziyên desthilata Başûrê Kurdistanê ve girê da. (BI WÊNE)

JIN

- Jinên siyasetmedar bang kir piştgiriyê berxwedana QSD’ê li dijî dagirkeriya Tirk bikin û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û hemû pêkhateyan qir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber ku mewsima par ne baş bû û îsal jî barana payîzê dereng maye, cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirsin careke din mewsim hişk be. Li ser vê yekê pisporê çandiniyê da zanîn ku hîn mewsima neketiye xeteriyê, ji lew re divê cotkar ji aliyê avdanê de baldar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA