Lêkolînerekî Kurd: Gendelî û êrişên Tirkiyê sedemên koçberiya ji Başûr in

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Edalet Ebdullah bang li siyasetmendar û rewşenbîran kir ku welatiyan teşwîqî mayîna li welat bikin û pêla koçberiyê ya ji Başûrê Kurdistanê bi êrişên dewleta Tirk û gendeliya li saziyên hikumeta Başûr ve girê da.

Lêkolînerekî Kurd: Gendelî û êrişên Tirkiyê sedemên koçberiya ji Başûr in
17 mijdar, 2021   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

Pêla koçberiyê ya ber bi sînorê Polonyayê ve da ku derbasî Ewropayê bibin, berdewam dike ku piraniya koçberan Kurdên ji Başûrê Kurdsitanê ne. Koçber rastî zext û mercên hawayê yên xirab tên ku jiyana wan dixe xeteriyê.

Her wiha zêdetirî 20 koçberên Kurd ji birçîbûn û sermayê jiyana xwe ji dest da. Li aliyekî din hêzên leşkerî û ewlehiyê yên Polonyayê li ser sînor belav bûne da ku nehêlin koçber derbasî xaka wê û dewletên Yekitiya Ewropayê bibin.

Berpirsên Ewropayê, Belarûsê tawanbar dikin ku qaçaxçiyên mirovan teşwîq dikin ku koçberan derbasî sînorê dewletên Yekitiya Ewropayê bikin û di encamê de alozî derkeve. Li beramberî vê yekê Belarûs got, heger Ewropa cezayan nebire ew nikare vê pirsgirêkê çareser bike.

Li hemberî hemleya tund a ku serok Alexander Lukashenko di sala 2020'î de li dijî xwepêşandana meşand, Yekitiya Ewropayê gelek ceza lê birîn.

Li ser serdemên aloziya karesatî ya koçberên li ser sînorê Polonya-Belarûs, nivîskar û lêkolînerê Kurd Edalet Ebdullah ji ANHA'yê re axivî. Edalet Ebdullah got: "Belê aloziyeke karesatî ya koçberan heye, lê di aliyê pratîkî de divê komîteyeke pirspor hebe ku rewşan bi awayekî ferdî an giştî lêkolîn bike heta ku rastiya sedemên vê koçberiyê eşkere bibe."

Edalet Ebdullah diyar kir ku divê tevahî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nas bike ku rewşa aborî û debarê ya şêniyên herêmê ne baş e û li hemberî vê diyardeya xeternak li gorî berpirsyartiyê be. Nivîskar Edalet Ebdullah got: "Diyardeya xeter a li herêmê bêkarî ye, li aliyekî din gendelî, tunebûna edaleta civakî heye ku nirxekî sereke ji bo rêvebirina civakê ye. Ji ber tunebûna vê nirxê mirovahiyê em zehmetiyan dikişînin, aliyê berpirsyar jî saziyên Herêma Kurdistanê ye."

Li gorî rapora Wezareta Plan a Iraqê, ji sedî 31 iraq di xeta jêrî xizanatiyê de dijîn û rêjeya bêkariyê ji sedî 40.

Edalet Ebdullah îşaret bi rewşa aborî ya li Başûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: "Li Herêma Kurdistanê diyardeya gendeliyê belav e û berpirsên li wir îtîrafê bi vê yekê nakin. Rewşa aborî ne baş e, nemaze di nebelavkirina mûceyên karmendan di dema wê de pirsgirêk heye."

'TIRKIYÊ HEWL DIDE HERÊMÊN SÎNORÎ JI NIŞTECIHÊN WÊ VALA BIKE'

Nivîskar û lêkolînerê Kurd di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola Tirkiyê di koçberkirina şêniyên Başûrê Kurdistanê de ber bi sînorê Polonya-Belarûs ve û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Êrişên Tirkiyê û operasyonên wê yên leşkerî li ser herêmên sînorî sedemek ji sedemên koçberiyê ye. Tirk bi hinceta şerê li hemberî PKK'ê sedema aloziyê ewlehiyê li herêmên sînorê Kurdistanê ye. Hewlesta hikumeta Herêma Kurdistanê ji operasyonên leşkerî yên Tirkiyê ne li gorî asta tê xwestin û welatî fatora vê yekê dide."

Edalet Ebdullah diyar kir ku hikumeta Tirk hewl dide herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ji niştecihên wê vala bike û diyar kir ku armanca wê ya stratejîk û leşkerî qada erdîngariya ku baregehên wê lê hene berfireh bike da ku karibe operasyonên leşkerî yên firehtirk pêk bîne, her wiha got, çarenûsa şêniyên herêmên ku baregehên leşkerî lê hene, ne di xema Tirkiyê de ye, ji ber vê yekê welatî ji van herêman koçber dibin.

Edalet Ebdullah di dawiya axaftina xwe de îşaret bi rola rewşenbîr û siyasetmedaran kir û got: "Divê rewşenbîr û siyasetmedar welatiyan li ser mayîna li Herêma Kurdistanê teşwîq bikin. Her wiha banga pêkanîna edaleta civakî, wezîfedarkirina xwendekarên derçûyî di saziyên dewletê de, peydakirina derfetên kar ji ciwanan, peydakirina jiyaneke bi rûmet ji malbatên ku hewcedariya wan bi destekê hene, bikin. Her wiha bang bikin ku di helwesta siyasî ya partiyên siyasî de lihevkirineke yekbûyî hebe, ji ber ku nakokiyên di navbera partiyan de dibin sedema bê îstiqrariya Herêma Kurdistanê di aliyê aborî û siyasî de."

ANHA