Nûnerên Rêveberiya Xweser û cotkarên başûrê Hesekê li hev civiyan

Bi armanca nîqaşkirina astengiyên li hember cotkaran û dîtina çareseriyan, nûnerên Desteya Aborî ya herêma Cizîrê û Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê bi koîteyên çandiniyê û rûspiyên eşîrên Şedadê re civiyan. Di civînê de gelek biryarên ji bo piştevanî û pêşxistina çandiniyê hatin dayîn.

Nûnerên Rêveberiya Xweser û cotkarên başûrê Hesekê li hev civiyan
16 mijdar, 2021   16:09
HESEKÊ

Piştî nîqaş, pêşkêşkirina pirsgirêk û astengiyên li hember çandinî û cotkaran, beşdaran gelek pêşniyar ji bo çareserkirinê pêşkêş kirin, da ku piştevaniya çandiniyê bikin, bi taybet ên avî. Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di daxyaniyê de wiha hate gotin: "Li Şedadê civînek hat lidarxistin, tê de Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê, Meclisa Kantona Hesekê, Komîteya Aborî, Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê, nûner û rûspiyên eşîrên herêma başûr û komîteyên çandiniyê amade bûn, her wiha piştî nîqaş û nêrînan biryar li ser van xalan hatin dayîn;

Di 01.12.2021’an de deriyê bendava Eşîra ji bo avdana zeviyên çandiniyê yên li seranserî çemê Xabûrê tê vekirin.

Derî 10 rojan li ser hev tê vekirin û bi hêza 70 cm di 3 rojên destpêkê de tê vekirin da ku ava Xabûrê bigihîne cotkarên li herêma Dêrazorê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê av li ser projeyên çandiniyê yên li seranserî çemê Xabûrê bi rêya 3 caran avdan di mewsima çandiniyê de were belavkirin û dê nirxa wê ya giştî 65 milyon metrekab be.

Di dawiya daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku dê Rêveberiya Giştî ya kantona Hesekê mazotê ji cotkaran re li gorî derfetên heyî yên li gel Rêveberiya Giştî ya Sotmeniyê ya Hesekê dabîn bike.

ANHA