Li Reqayê panelek bi sernavê Rewşenbîr û asoyên çareya siyasî li Sûriyê hat lidarxistin

Bi sernava "Rewşenbîr û asoyên çareya siyasî li Sûriyê" MSD’ê panelek li hola Erd El-Seîde ya li naverasta Reqayê li dar xist, tê de rewşa siyasî ya li herêmê û rola rewşenbîran di siyasetê de nîqaş kir.

Li Reqayê panelek bi sernavê Rewşenbîr û asoyên çareya siyasî li Sûriyê hat lidarxistin
Li Reqayê panelek bi sernavê Rewşenbîr û asoyên çareya siyasî li Sûriyê hat lidarxistin
Li Reqayê panelek bi sernavê Rewşenbîr û asoyên çareya siyasî li Sûriyê hat lidarxistin
16 mijdar, 2021   15:34
REQA

Di panelê de bi dehan rewşenbîrên Reqa, Tebqa, siyasetmedarên wê, rûspî û şêxên eşîran, endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Seroka MSD’ê Îlham Ehmed amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Îlham Ehmed behsa pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê û cîhanê kir, bi taybet behsa sûcên artêşa Tirk a dagirker û şerê çapemeniyê ku Rûsya û hikumeta Şamê ji bo derbekirina aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

Îlham Ehmed wiha got: "Rewşa Rêveberiya Xweser di tevahî aliyan de ji berê baştir e, ya herî girîng jî rewşa siyasî ye, ji ber têkiliyên wê yên bi derve re baş û fireh in."

Îlham Ehmed wiha domand: "Rewşa Sûriyê bi giştî nikare xwe li hember êrişeke leşkerî çi li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be yan jî li dijî herêmên din ên Sûriyê ber xwe ragire. Pêdiviya me îro bi projeya diyalogê ku tê de tevahî sûrî amade bibin heye da ku em bigihînin xaleke hundirîn ku krîzê çareser bikin."

Îlham Ehmed ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê em bi vê projeyê bi awayekî rast bawer bin û piştevaniya wê bikin, ji ber ew rêya yekane ya derketina ji krîzê û bidawîkirina tevahî nakokî û şerên li herêmê ye."

Têkildarî danûstandin bi muxaletên desteka xwe ji dewleta Tirk werdigirin heye yan na Îlham Ehmed ev tişt got: "Hin hevdîtinên nefermî hebûn û wan nîqaş an jî diyalog qebûl nekir. Lê dema me ji wan pirsî çima hûn qebûl nakin hat eşkerekirin ku ew ji AKP’ê ditirsin."

Îlham Ehmed teqez kir ku diyaloga sûrî-sûrî rêya yekane ya çareserkirina krîza Sûriyê ye û divê tevahî etnîk û pêkhateyên Sûriyê beşdarî vê diyalogê bibin ku bigihînin çareyekê li gorî hemûyan.

Îlham Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: "Têkiliya me bi Rûsya, Amerîka û hikumeta Şamê re berdewam e, li dawiyê jî berjewendiya me, berjewendiya gelên herêmê ye ku çareyeke hundirîn pêk bê. Heke çi lihevkirin di navbera her du aliyan de pêk hat divê bi agahiya Rêveberiya Xweser û civakê jê hebe."

Piştî şîrovekirina rewşa siyasî, deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin.

Di beşa duyemîn a panelê de jî sernava wê "Rewşenbîr û asoyên çareya siyasî li Sûriyê" hat şîrovekirin. Seroka Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Debîbe Nasir ev beş şîrove kir û tê de behsa rola rewşenbîran di çareserkirina krîzên siyasî û xebata siyasî li Sûriyê de kir û got erka rewşenbîran ew e ku divê li hember fikirên ku mejiya mirovan tevlihev dikin bisekinin û rola baş di pêşnegtiya civakê de bilîzin."

Piştî panel bi dawî deriyên nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin. Beşdaran girîngî da helwesta siyasî ya li herêmê ya ji bo çareserkirina krîz û nakokiyên hundirîn û derve, bi taybet di vê demê de.

(fr)

ANHA