Li Tebqayê pêşangeha pirtûkên rêber Abdullah Ocalan

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê di çarçoveya hemleya "Dem dema azadiyê ye" de pêşangeha pirtûkên rêber Abdullah Ocalan vekir.

Li Tebqayê pêşangeha pirtûkên rêber Abdullah Ocalan
16 mijdar, 2021   14:04
TEBQA

Nûnerên saziyên leşkerî û sivîl beşdarî vekirina pêşangehê bûn. Pêşangeh li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate vekirin.

Di pêşangehê de piraniya pirtûkên rêber Abdullah Ocalan tên pêşandan

Di vekirina pêşangehê de ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Beyda El-Xidir piştgiriya berbelavkirina felsefeya rêber Ocalan û hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê û şopandia rêya şehîdên azadiyê ragihand. Paşê sînevîzyonek li ser wêneyên rêber Ocalan hate pêşandan.

Tê payîn ku pêşangeh heta roja çarşemê berdewam bike.

(bx)

ANHA