DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê û Reqayê kir

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li başûrê Dêrazorê û gundewarên Reqayê kir.

DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê û Reqayê kir
16 mijdar, 2021   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) çeteyên DAIŞ`ê êrişeke berfireh li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li çolistana başûrê Dêrazorê û gundê Xanim Elî, çolistana Resafa ya Reqayê pêk anîn. Li gorî agahiyan windahiyên hêzên hikumeta Şamê hene.

Hemwextî wê hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên mezin anîn herêmên ku rastî êrişên çeteyên DAIŞ`ê hatine.

Îro 4 balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistanê bombebaran kiribûn.

(şx)