Ehmed El-Mesidef bi guleya çeteyan birîndar bû

Ajansa me navê welatiyê ku îro bi guleyên çeteyên dagirkeriya Tirk li nava erdê xwe yê li gundê Ewn Dadat ê Minbicê birîndar bûye, bi dest xist.

Ehmed El-Mesidef bi guleya çeteyan birîndar bû
16 mijdar, 2021   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro dema ku welatiyê bi navê Ehmed El-Mesidef (39) li nava erdê xwe yê çandiniyê yê li gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê dixebitî, çeteyên dewleta Tirk gul lê reşandin.Ehmed El-Mesidef di lingê xwe yê rastê de birîndar bû, li ser wê yekê xizmên wî ew ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

(cx)

ANHA