Çeteyan li Efrînê 120 darên zeytûnê birîn

Çeteyên Siqûr El-Şemal ên dewleta Tirk a dagirker li derdora navenda Efrînê 120 darên zeytûnê birîn û wek êzing li sûkên bajêr firotin.

Çeteyan li Efrînê 120 darên zeytûnê birîn
16 mijdar, 2021   12:26
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Efrînê ragihand ku çeteyên Siqûr El-Şemal ên dewleta Tirk a dagirker 120 darên zeytûnê yên nêzî Pira Nû ya li navenda bajarê Efrînê, birîn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ev dar ên welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Elî Hebîb ê ji navçeya Bilbilê ne. Heman çavkaniyan ragihand ku çeteyan darên ku birîne, wek êzing li sûkên Efrînê firotine.

Dagirkeriya Tirk ji destpêka dagirkirina Efrînê ve darên zeytûnê dibire û xwezaya Efrînê talan dike.

(dm)

ANHA