Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li ser şîdeta li dijî jinan li dar xist

Ji rêzeçalakiyên Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Partiya Sûriya Pêşerojê panelek bi sernavê “Em bibin yek û bi hev re tundî bi dawî bikin û dagirkeriyê têk bibin" li dar xist.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li ser şîdeta li dijî jinan li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li ser şîdeta li dijî jinan li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li ser şîdeta li dijî jinan li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li ser şîdeta li dijî jinan li dar xist
16 mijdar, 2021   14:19
TEBQA

25`ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan. Ev roj di encama sûca qetilkirina her sê xwişkên Mirabal ku rejîma dîktator a serokkomarê Dominican Rafael Trujillo red kiriye, hat ragihandin.    

Bi vê boneyê Partiya Sûriya Pêşeroj panelek li dar xist. Tê de nûnerên rêveberiyên sivîl, meclisên leşkerî, partî û nivîsgehên jinan ên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û 25`ê Mijdarê hat pênasekirin.

Di panelê de 3 mijarên bingehîn hebûn, cureyên tundiyê, sedemên şîdeta li sijî jinan û bandorên şîdetê yên derûnî û tenduristiya jinan.

Endama rêveber a Nivsîgeha Perwerdeyê ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Sena Xidir,  mijarên panelê şîrove kirin.

Sena Xidir di nav nirxandinên xwe de diyar kir ku bi armanca lawazkirina jinan û sînordarkirina derfetên wê, şîdet li ser tê meşandin.

Her wiha Sena Xidir daxuyand ku urfûadetên civakê di biçûkxistina jinan û nepêkhatina wekheviyê navbera mêr û jinan de roleke mezin lîst.

Piştre deriyê pirs û nîqaşan ji beşdaran re hat vekirin da ku pêşniyarên xwe bikin ji bo ku rê li pêşiya şîdetê bê girtin.

Lidarxistina mîna van panelan wê li gorî bernameya ku Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê daniye, li Mensûra û Cirniyê yên gundewarên Tebqayê berdewam bikin.

(şx)

ANHA