Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Ridwan El-Ferec oxir kir

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Ridwan El-Ferec li goristana şehîdan a navçeyê oxir kir.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Ridwan El-Ferec oxir kir
16 mijdar, 2021   12:41
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Ridwan El-Ferec ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirt û ber bi goristana şehîdan a navçeyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Salim El-Salim sersaxî da malbata şehîd û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Paşê ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhemîd El-Sayir axivî û got: “Şehîd Ridwan ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kir û li ser rêya bi hezaran şehîdan meşî ku şerê hemû cureyên terorê kirin û axa xwe parastin.”

Ebdulhemîd El-Sayir piştrast kir ku bi sedan ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina axa xwe ya rizgarkirî li ser şopa şehîd Ridwan û hemû şehîdan didomînin.

Her wiha bi navê malbata şehîd Ridwan El-Ferec, Casim El-Salim El-Ferec ku pismamê şehîd e, axivî û piştrast kir ku berxwedana wan a li hemberî dagirkeran berdewam e.

Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Fatme Keleş wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Ridwan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê veşart.

(şx)

ANHA