Leşkerên Polonyayê li dijî penaberan gazê bi kar tînin

Leşkerên Polonyayê yên li ser sînor bi armanca dûrxistina penaberên li ber dergeha Belarûs-Polonyayê gaza rondikrêj bi kar anîn û av avêtin penaberan.

Leşkerên Polonyayê li dijî penaberan gazê bi kar tînin
16 mijdar, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Leşkerên Polonyayê gaza rondikrêj û avê li dijî penaberan bi kar tînin da ku ji xeta sînor dûr bixin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî de diyar dibe ku hin penaberan sînor derbas kirine û keviran diavêjin leşkerên Polonyayê da ku derbas bibin.

Penaberên li ser sînor di şert û mercên hewayî yên pir sar re dimînin û gelek kesan ji ber sermaya zêde jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî gotinê ye ku derdora 4 hezar Kurdên ji Başûrê Kurdistanê di nava wan penaberan de hene. Piraniya Kurdên ji Başûrê ji ber siyasetên PDK`ê û rewşa gendeliyê ji Başûr derketine.

(dm)