Çeteyan gule berdan sivîlên gundekî Minbicê; ciwanek birîndar bû

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gule li gundiyên Ewn Dadat ê Minbicê reşandin, di encamê de ciwanek birîndar bû.

Çeteyan gule berdan sivîlên gundekî Minbicê; ciwanek birîndar bû
16 mijdar, 2021   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro di saetên nîvro de gule berdan sivîlên gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê.

Li gorî nûçegihanan, di encamê de ciwanekî ku li nav erdê xwe dixebitî, birîndar bûye.

(cx)

ANHA