Li Minbicê kursî li astengdaran hatin belavkirin

Bi desteka Rêveberiya Xweser û bi koordîneya Komîteya Kar û Barên Civakî, Nivîsgeha Astengdaran a Minbicê 51 kursiyên taybet ên astengdaran belav kirin.

Li Minbicê kursî li astengdaran hatin belavkirin
Li Minbicê kursî li astengdaran hatin belavkirin
Li Minbicê kursî li astengdaran hatin belavkirin
Li Minbicê kursî li astengdaran hatin belavkirin
16 mijdar, 2021   12:09
MINBIC

Bi koordîneya komîn û meclisên gund û bajarên herêmê, Nivîsgeha Astengdaran 35 kursî li zarokên astengdar û 16 kursî jî li astengdarên temenmezin belav kirin.

Li gorî nivîsgehê, belavkirina kursiyên astengdaran wek pêngaveke alîkariyê ya Rêveberiya Xweser ji bo astengdaran e û Rêveberiya Xweser hewl dide hemû pêdiviyên astengdaran ên sereke bi cih bîne.

(dm)

ANHA