Parlamenterê Misirê Atêf Mixawirî banga derxistina PKK’ê ji 'lîsteya terorê' kir

Parlamenterê Misirê û cîgirê serokê giştî yê Partiya Tegamû Atêf Mixawirî xwest PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin û got divê hemû parêzvanên azadiyê ji bo ku PKK ji vê lîsteyê bê derxistin, tê bikoşin.

Parlamenterê Misirê Atêf Mixawirî banga derxistina PKK’ê ji 'lîsteya terorê' kir
16 mijdar, 2021   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin, duh bi daxuyaniyekê ragihand ku 26`ê Mijdarê dest bi kampanyaya haştagê dike.

Parlamenterê Misirê û endamê Meclisa Nûneran a Misirê û cîgirê serokê giştî yê Partiya Tegamû Atêf Mixawirî jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyamek weşand û banga derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ kir.

Atêf Mixawirî di peyama xwe de wiha got:

“Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tirkiyê îfadeya çalakiya hêzên şoreşger e ku têkoşîna siyasî ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Tirkiyê bilind dike, ku nikarin xwe îfade bikin ji ber sedema polîtîkayên neheq ên serdemên Osmaniyan û dema ku Komara Tirkiyê ava bû heta niha jî.

Her wiha ji hêzên siyasî yên Tirkiyê û li ser asta cîhanê tê xwestin ku rê bidin û derfetê bidin Partiya Karkerên Kurdistanê li Tirkiyê û hebûna xwe diyar bike û ji lîsteya terorê derxin.

Ez di wê baweriyê de me ku ev têkoşîna ku bi fedakariyên mezin tijî ye, îfadeya daxwaz û ramanên gelên Tirkiyê ye û armancên bingehîn jî di nava dewleta Tirk de ne û li gorî gotina têkoşer Abdullah Ocalan, ji bo avakirina dewleta pirneteweyî û ji bo avakirina neteweya Kurd a Tirk ku hemû netewe, mezheb, ol û hemû nîjad li Tirkiyê di nav yek çarçoveyê de ne, ji ber vê yekê ez difikirim ku têkoşîneke bi vî rengî û van armancan hebin.

Ji ber vê yekê ji bo hemû hêzên ku bi bidestxistina maf û daxwazên gelan ên ji bo azadî û rizgariyê ve mijûl in, ew jî derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê, karekî bingehîn e û ev daxwaza hemû hêzên şoreşger û hemû hêzan e ku banga avakirina civakên sivîl ên demokratîk dikin.

Ji ber vê yekê ez bi hemû îmkanan re hevgir im bi wê yekê ku PKK li Tirkiyê jî wek hêzên din mafê xebata siyasî heye û wê ji lîsteya terorê derxe, ji ber ku teror ne beşek ji çalakiya wê ye. Ez bawer dikim ku têkoşîna wê têkoşîneke azadiyê ye.

Hêzên siyasî ji bo bidestxistina armancên xwe, bi awayên cur bi cur tê dikoşin, di nav de şerê çekdarî ji bo eşkerekirina hebûna xwe û zêdetir xwîn û qurbanî dane û gelek serkeftin bi dest xistine.”

ANHA