​​​​​​​HPG: Dewleta dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin

HPG`ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine.

​​​​​​​HPG: Dewleta dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin
16 mijdar, 2021   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniya HPG`ê de hate gotin:"13`ê Mijdarê danê nîvro li herêma Zapê qada Girê Amediye û 14'ê Mijdarê saet di 13:48'an jî qada Gundê Fileha bi balafirên şer hatin bombekirin.

13`ê Mijdarê saet di navbera 19:30-20:30'î de li xeta Qaşûra ya herêma Metînayê liv û tevgera helîkopteran hebû. Li nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê jî derdora gundên Kêste û Hirorê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Heman rojê danê nîvro qada Golkayê bi balafirên şer hate bombekirin.

14`ê Mijdarê saet di navbera 19:50-22:00 de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos û Banistayê liv û tevgera helîkopteran hebû. Êvara heman rojê li herêma Zapê qadên Kela Bêdewê, Kûnişka û Girê Şehîd Simko bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

14`ê Mijdarê saet di 14:30'î de li nehiya Çemankê ya Duhokê derdora gundê Dêrikê bi balafirên şer hate bombekirin.

15`ê Mijdarê saet di 14:00 de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê bi balafirên şer hate bombekirin."