​​​​​​​Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî DAIŞ`ê zêdetirî 25 êriş pêk anîn

4 balafirên şer ên Rûsyayê ji saetên sibehê ve li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê Ii çolistanê zêdetirî 25 êrişên hewayê pêk anîn. Her wiha balafirên keşfê li asîmanê herêmê digeriyan.

​​​​​​​Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî DAIŞ`ê zêdetirî 25 êriş pêk anîn
16 mijdar, 2021   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji saetên sibehê ve 4 balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Tidmur a rojhilatê Humsê û heta herêma çiyayê Beşerî li rojavayê Dêrazorê, zêdetirî 25 caran bombeberan kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmanê herêmê digeriyan.

Ev yek di demekê de tê ku çeteyên DAIŞ`ê êrişên xwe li çolistanê li dijî endamên hikumeta Şamê û hêzên alîgirên wê zêde kirin.

Duh SOHR`ê ragihandibû ku balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên DAIŞ`ê li seranserê çolistanê nêzî 50 êrişên hewayî pêk anîne. Hemwextî wê yekê tevgera balafiran li asîmanê herêmê hebû.

Ev yek piştî ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî hêzên hikûmeta Şamê kir û di encamê de 18 enamên hêzên hikûmetê hatin kuştin, pêk hat.

 (bx)