ANHA dosyayên bangawaziya malbatên çeteyên Roj diweşîne

Malbatên Çeteyên Roj bi rêya ANHA’yê bang li xizmên xwe kirin da ku nebin amûrê qirkirina Kurdan û paş de vegerin Rojava. 

ANHA dosyayên bangawaziya malbatên çeteyên Roj diweşîne
16 mijdar, 2021   04:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêze hevpeyvînên ku me bi malbatên çeteyên Roj re çêkirine ku ji 9 beşan pêk te, ji sibê û şûnde hûn dikarin bi sernavê “Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan” di ANHA’yê de bişopînin.

BAŞÊ, EV ÇETEYÊN ROJ YÊN KU MALBATÊN WAN BANGA VEGERÊ Lİ WAN DİKİN KÎNE?

Bi êrişa dagirkeriyê re ku dewleta Tirk di 23'yê Nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zap`ê da destpêkirin, çeteyên Roj li dijî gerîla seferber bûn. Pêşî ji bo paqijkirina mayinan û kemînên li ser rêyên gerîla bi armanca rê li ber dagirkeriya leşkerên Tirk a li Metînayê vekin, hatin peywîrdarkirin. Piştre li herêma Xelîfanê kemîn danîn pêşiya yekîneyeke gerîla ku di encamê de 5 gerîla şehîd bûn. Aqûbeta gerîlayekî ji heman yekîneyê hîna nayê zanîn.

Dema ku dewleta Tirk li Başûr çû nêçîra Kurdan, çeteyên Roj li hember gerîla hatin seferberkirin û talîmatên xwe ji navekî naskirî girtin; Ezîz Weysî yê PDK'yî. Nûçeyên têkildarî çeteyên Roj ên di bin berpirsyariya  Ezîz Weysî de li dijî gerîla seferber bûne, rastî bertekên mezin ên gelê Kurd hatin. Li Rojava û Başûrê Kurdistan protesto li dar ketin û di daxuyaniyan de banga 'Li dijî gerîlayên azadiyê şer nekin' hate kirin.

Lê belê rûxmî nerazîbûn û bangên gelê Kurd PDK, bikaranîn û şerkirina çeteyên Roj li hemberî gerîla, tu gav paş de neavet. Bi vê rewşê re malbatên endamên çeteyên Roj jî tevlî bangewaziyan bûn.

Beriya em van rêzehevpeyvînên xwe biweşînin, ji bo em bikaribin tiştê ku  îro tên qewimandin bibitûnî dest bigrin me pêwîstiya parvekirina dîroka van koma çeteyên paramilîter dît.

SÛCÊN ÇETEYÊN ROJ

Ev koma çete ya paramîlîter ku ji xwe re navê 'Pêşmergeyên Roj' ‘Leşkerên Roj' dibêje, piştî krîza ku di sala 2011'an de bi şerê navxweyî yê Sûriyê re dest pê kir, bi navên cuda li dijî hêzên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çek bûn û komkujî pêk anîn. Piştî Tûnis û Yemenê bûyerên 'Bihara Ereban' li Sûriyê jî belav bû û endamên van çeteyên Roj ku tev li koma bi navê "Muxalîfên Stenbolê" bûn,  êrişên xwe yên destpêkê li dijî gelê Kurd û hêzên parastinê li taxa Şêxmexsûd a Helebê pêk anîn. Bi zelalbûna Şoreşa Rojava re van komên çete li Til Hasil, Til Eran û herêma Qestel Cindo ya Efrînê li gel komên Yusif El Azma, Tabûra Azadî, Tabûra Selahaddîn û Tabûra Komele, êrişî hêzên parastinê yên Kurd û gel kir.

bi vexistina çirûska şoreşa Rojava li Kobanê heman hêzan, Artêşa Azad li dijî hêzên Kurd ên sivîl ên li Kobanê sor kirin. Piştre xaşxaşk û madeyên hişbir li gelê Kobanê û bi taybet li cotkaran li ser navê rêveberiya kantona Kobanê belav kirin. Di antîpropagandaya li dijî Rêveberiya Xweser dixwestin hêzeke leşkerî ava bikin, lê ev planên wan bi ser neketin.

Li Kantona Cizîrê endamên çeteyên Roj ku bi navên Tabûra Mişel Temo, Neviyên Barzanî û Koma Şêx Maşûq, di sala 2013'an de dema çeteyên Cebhet El-Nusra êrişî Serêkaniyê kir, wan jî li gundê Cewheriyê yê di navbera Dirbêsiyê û Amûdê de qereqoleke leşkerî ava kir û piştgirî da çeteyên El-Nusra.   

Çeteyên Roj di sala 2012'an de bi fermana serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û hikumeta AKP'ê ava bûn û ji sûriyên ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviyan û xwe li Başûr girtin, pêk tên. Ji 3 tabûran pêk tên lê hejmara wan baş nayê zanîn.

HEVKARIYA BI DAIŞ Û EL-NUSRAYÊ RE

Çeteyên Roj jî di êrişa Cebhet El-Nusra ya sala 2013'an a li hemberî Serêkaniyê de cih girt ku li gelemperiya cîhanê wek terorîst tên zanîn û li herêmê wek berdewama El-Qaîdeyê tên zanîn û piştre bi navê DAIŞ'ê êrişî Kobanê kir. Gelek endamên vê koma çete ya paramîlîter ku li dijî YPG û YPJ'ê şer dikin, hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Piraniya birîndaran ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk MÎT'ê ve derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin û piştre jî sewqî Hewlêrê kirin. Derket holê ku di çarçoveya plana perwerdekirinê ya dewleta Tirk a dagirker de endamên vê komê li Bînaslawa ya Hewlêrê û kampa Xinisê aliyê efserên Tirk ve hatine perwerdekirin.

Ev çete ku bi talîmata PDK'ê û dewleta Tirk a dagirker hatine perwerdekirin, dîsa şandin Rojava û li xeta Dêrik û Qamişloyê li dijî YPG-YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Êrişên li pêşiya avahiya Asayîşa Tirbespiyê, ya li Dibistana Erebistan a Qamişloyê û Dêrikê tenê çend ji wan bûn. Di îfadeyên wan kesan de jî li piştî wan êrişan ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatin binçavkirin, qebûl kirin ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin û ji aliyê PDK'ê ve ji Dihokê hatine şandin.

PDK û ENKS'ê penaberan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi çek kirin û perwerdekirina çeteyên Roj jî da ser milê MÎT'a Tirk.  Wezareta Pêşmergeyan jî daxuyaniyek weşandibû û îdia kiribû ku ev komên çete yên çekdar ne girêdayî wan in. Tevî ku Wezareta Pêşmergeyan red dike jî, êdî diyar e ku çeteyên Roj di nava hêzên Zêrevanî yên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan de kar dikin.   

ŞAGIRTÊN SADAT Û MÎT'Ê

Çeteyên Roj talîmata xwe rasterast ji Hêzên Taybet ên Zêrevan digirin ku rêxistineke taybet a PDK'ê ye û bi MÎT'ê re têkîliyên wan ên xurt hene. Hikumeta AKP'ê di sala 2017 'an de ji bo perwerdeya leşkerî bide van çeteyan, şandin baregeha leşkerî ya Başîkayê. Di dema perwerdeyê de jî hat ragihandin ku serokwezîrê wê demê yê dewleta Tirk Ahmet Davutoglu, Bînalî Yildirim, wezîrê parastinê yê Tirk û musteşarê MÎT'ê serdana wan kiriye. 

Şîrketa Şêwirmendiya Parastinê ya Navneteweyî (SADAT) ku ser bi Serokkomariya dewleta Tirk û MÎT'ê ve ye, sala 2012'an ji aliyê generalê Tirk Adnan Tanriverdî ve hate avakirin. SADAT’ê sala 2017'an baregeha xwe ya yekemîn li Dihokê ava kir û çete perwerde kirin û şandin gelek welatan. Ji sala 2018'an ve li Başûr ji bo ku li dijî PKK'ê şer bikin, çeteyên Roj û hêzên Gulan perwerde dike.

Li ser daxwaza PDK û MÎT'ê di 3’yê Adara 2017’an de ji bo ku Şengalê dagir bike û herêmên di destê hêzên YBŞ û YJŞ'ê bigire ku ji DAIŞ'ê rizgar kiribûn, bi 30 Hammer û wesayîtên zirxî û hemû cureyên çekan êrişî navçeya Xanesorê ya Şengalê kirin. Hin şervanên YBŞ’ê û gerîlayên PKK'ê şehîd bûn. Nûçegihana Jinnewsê Nûjiyan Erhan a ku êriş dişopandin jî ji serê xwe birîndar bû û di 23'yê Adarê de dema li nexweşxaneya Hesekê dihat dermankirin, şehîd bû.  

ÇETEYÊN ROJ LI LÎBYAYÊ

Çeteyên Roj ku piyonên dewleta Tirk a mêtinger in ji bilî Rojava û herêmên gerîla, birin Lîbyayê jî. Dewleta Tirk ku di krîza siyasî ya Lîbyayê de jî cih digire, kir ku çeteyên Roj şerê Artêşa Nîştimnanî ya Lîbyayê bikin. Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî daxuyandibû ku kesekî bi navê Şakir Ferman Salih Boncîq hatiye girtin û endamê çeteyên Roj e û ji Tirbespiyê ye.

DEWLETA TIRK Û PDK LI BAŞÛR ÇETEYÊN ROJ BI KAR TÎNIN

Çeteyên Roj ku bê navber digot “Em zarokên Rojava ne, em ê ji bo ewlekariyê biçin wir” piştî ku armanc û pratîkên wan aşkera bûn, vê carê ku salek e di bin fermandariya Ezîz Weysî de ne, yekîneyek ji nava hêzên taybet ên Gulan û Zêrevanî ava kirin û wezîfeya vê yekîneyê paqijkirina mayinan bû ku rê li ber artêşa Tirk veke da ku nuqteyên hêzên gerîla dorpêç bike û der barê rêyan de agahiyên îstîxbaratê bide artêşa Tirk a dagirker. Êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêmên Heftanîn, Garê û herî dawî jî Metîna, Avaşîn û Zê hê jî dewam dike û çeteyên Roj li pêşiya artêşa Tirk mayinan radikin. Kemîna li ber yekîneyeke gerîla jî bû êrişa wan a herî dawîn ku êdî sebir nehişt.  

JI MALBATAN BANG; NEBIN AMÛRA QIRKERIYA DEWLETA TIRK

Piştî demekê hin endamên çeteyên Roj bi ser fen û fûtên qirêjî yên dewleta Tirk ve bûn û vegeriyan Rojava. Kesên vegeriyan jî li ber kamerayan diyar kir ku ew ji aliyê MÎT'a Tirk ve hatine perwerdekirin, dema ku ev rastî dîtin, poşman bûne û vegeriyane û di heman demê de daxwaz ji kesên din jî kir ku vegerin.

Vê carê jî bangawazî ji malbatên endamên çeteyan hat. Malbatan diyar kir ku ne razî ne ku zarokên wan tev li êrişên qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk bibin û bang li wan kir ku vegerin.

Em ê ji sibê û pê ve heypeyvînên malbatan bidin ku bang li zarokên xwe dikin.

Di hevpeyvînan de, malbat ji zarokên xwe re peyaman dişînin û dibêjin: "Nebin parçeyekî lîstikên dewleta Tirk. Dev ji xiyanetê berdin û vegerin ser xaka xwe.”

ANHA