Bekir Hec Îsa: Diviyabû qetilkirina kalemêrkî 82 salî li cîhanê deng vedaba

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa da zanîn ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine û sûcê qetilkirina kalemêrkî 82 salî di qadên navneteweyî de bixin tevgerê.

Bekir Hec Îsa: Diviyabû qetilkirina kalemêrkî 82 salî li cîhanê deng vedaba
16 mijdar, 2021   03:06
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Li gel gefên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov welatiyên herêmê dike hedef û komkujiyan pêk tînin.

Herî dawî, dewleta Tirk bi rêya balafirên bêmirovî êrişî taxa Hilêliyê ya Qamişloyê kir, di encamê de ji malbata Gulo; Yûsif Gulo (82), neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn. Beriya wê jî di hefteyekê de du caran bajarê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 5 welatî şehîd bûn.

Girêdayî vê yekê, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa wiha got: "Dewleta Tirk li ser bingeha şeran ne li ser bingeha demokrasiyê hatiye damezrandin. Ji ber  ku ev hikumet bêyî şer nikare berdewam bike."

Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ew e ku krîzên xwe yên hundirîn derxe derve.

Hec Îsa wiha domand: "Mixabin muxalefta li Tirkiyê lawaz e, nikare li hember siyaseta faşîzm a AKP’ê bisekine, ji wê zêdetir jî gelê Tirkiyê ji dêvla bi berxwedana li dijî faşîzma Tirk mijûl bibe, bi krîza aborî mijûl dibe."

Hec Îsa diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê destwerdanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di heman demê de destwerdanê li gelek herêmên din mîna Ermenistan, Lîbya û Başûrê Kurdistanê dike û ewlehiya herêmê xirab dike û krîzan derdixîne da ku balê ji ser krîzên xwe yên hundirîn bikişîne.

Têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk ên bi rêya balafirên bêmirov Hec Îsa anî ziman ku helwesta cîhanê ya li hemberî vê yekê şermînî ye û wiha got: "Ji ber ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk welatiyan hedef digire, divê cîhan helwestên xwe li beramberî vê yekê nîşan bide."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa ev tişt got: "Hedefgirtina şehîd Yûsif Gulo û malbata wî hedefgirtina welatparêzên ku sembol û pêşengên vê civakê ne. Her wiha hedefgirtina aştiya li herêmê û hewldana belavkirina tirsê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye."

Hec Îsa da zanîn ku dewleta Tirk bi bahaneyên derew êrişî gelê herêmê dike û bang gel kir ku li hember van sûc û êrişan bê deng nemîne û parastina xaka xwe bikin.

Hec Îsa bang li kurdistaniyên li cîhanê kir ku dakevin qadan û li pêş konsulusxaneyên derve li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî dayik, bira û xwişkên xwe yên li welat protesto bikin.

Her wiha Hec Îsa bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku li hember êriş, sûcên dewleta Tirk bisekinin, destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatin bidestxistin biparêzin,  her wiha destkeftiyên leşkerî veguherînin destkeftiyên siyasî û li gorî berjewendiyên gelê herêmê ne li gorî berjewendiyên partiyetiyê ku xizmetî dijmin dikin, tev bigerin.

Hec Îsa tevgerên hin partiyên Kurd ên ku bi dewleta Tirk re tevkar in şermezar kir û wiha got: "Hin rêveberên partiyên siyasî yên Kurd digel hebûna dagirkerî û sûcên wê yên rojane li dijî şêniyan de banga vegera şêniyan li herêmên dagirkirî dikin, da ku dagirkirina Tirkiyê rewa bikin."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya PYD’ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hedefgirtina malbata Gulo hedefgirtina vîna gelê Kurd e. Divê gel berteke xurt û tund li hember vê êriş û komkujiyê nîşan bide û divê qetilkirina Yûsif Gulo (82) li cîhanê dengvedanekê çêke."

Ji 23’yê Tebaxa borî ve ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 welatî şehîd bûn.

(fr)

ANHA