Ermen: Ji bo komkujiyên Osmaniyan dûbare nebin, divê em hevgirtî bin

Ermenên Hesekê da zanîn ku êriş û gefên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komkujiyên destpêka sedsala 20’an e ku Osmaniyan li dijî wan pêk anîne. Her wiha bang kirin: "Ji bo ku komkujiyên Osmaniyan dûbare nebin divê em hevgirtî bin."

Ermen: Ji bo komkujiyên Osmaniyan dûbare nebin, divê em hevgirtî bin
16 mijdar, 2021   00:38
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Bertekên li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin, lê li hember sûcên şer ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin civata navneteweyî bê deng e.

Pêkhateyên gelên herêmê da zanîn ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êriş û gefan ew e ku komkujiyên ku Osmaniyan beriya sed salan li dijî Kurd û Ermenan pêk anîne, dûbare bike.

Li ser vê yekê endama rêveber a Meclisa Civaka Ermen li Hesekê Arşo Berbyan êriş û gefên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha got: "Armanc ji vê yekê komujî û qirkirinên ku beriya 106’an li dijî pêkhateyan pêk hatine dûbare bikin."

Endamê Meclisa Civaka Ermen Can Merdiwiyan da zanîn ku pêkhateya Ermen azarên komkujî û zilma ku Osmaniyan di 1915’an de li dijî wan pêk anîne dikişîne, ku  di encama wan komkujiyan de zêdetirî milyonek û nîv ermenî bûn qurban.

Desthilatên Tirk di 1915’an de nêzî 250 welatiyên ji civaka Ermen; pêşeng, rewşenbîr, nivîskar û oldan li Stenbolê qetil kir, ew yek jî destpêka komkujiyên mezin bû ku piştre komkujî li dijî Suryan û Asûr çêbûn.

Merdiwiyan destnîşan kir ku Erdogan hewl dide senaryo û dîrok ji nû ve dubare bike û wiha domand: "Armanca Erdogan xeta xîlafeta Osmanî ya kevn berdewam bike, ew jî bi rêya dabeşkirin û parçekirina erdnîgariya herêmê, dagirkirin û têkbirina gelên wê ye."

Endamê Meclisa Civaka Ermen Salih Xelef ev tişt anî ziman: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku gelên herêmê penaber û koçber bike, mîna çawa bi pêkhateya Ermen kiriye û Erdogan jî xelîfê sultanê Osmanî Ebdulhemîd Duyemîn e."

Xelef diyar kir ku dewleta Tirk piştî gelek herêmên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin hewl dide qada dagikirina xaka Sûriyê fireh bike.

Li aliyekî din jî Arşo Berbiyan bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcên dagirkeriya Tirk bi dawî bikin û qedexeya asîmanê li ber balafirên Tirkiyê bigirin.

Salih Xelef û Can Merdiwiyan bang li dewletên garantor ên li Sûriyê kir ku li kêlek gelên herêmê bisekinin û nehêlin Erdogan sûcên din pêk bîne, qedexeya asîmanî ferz bikin û destwerdanê bikin ku dawî li dagirkeriyê bînin.

Her wiha bang li gel û pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtî bin û li dijî dagirkeriya Tirk bisekin.

(fr)

ANHA