​​​​​​​Li Babê di navbera çeteyan de şer qewimî

Li bajarê Babê yê dagirkirî,  di navbera komên çete yên Cebha El-Şamiya û Ehrar El-Şam de şerekî giran derket.

​​​​​​​Li Babê di navbera çeteyan de şer qewimî
15 mijdar, 2021   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan ku çavkaniyên xwecehî ji bajarê Babê yê dagirkirî dane, di navbera çeteyên Cehba El-Şamiya  û Ehrar El-Şam de şerekî giran qewimî.

Çavkaniyan diyar kir ku şer ji ber nakokiyên girêdayî derxistina madeyên xwarin û erebeyan di rêyên qaçaxçîtî ên gundên Îcîbmî û El-Bûweyhîc ên rojhilatê Babê de ji bo herêmên hikumeta Şamê derket.

SOHR ragihand ku destpêkê şerekî devkî di navbera çeteyên Ehrar El-Şam a bi serkêşiya Ebû Udey û çeteyên Cebha El-Şamiyê de derket, paşê çeteyên Cebha El-Şamiyê bêyê koordîneya bi çeteyên Ehrar El-Şam re rêya diçe herêmên hikumeta Şamê keşif bikin.

SOHR, diyar kir ku li ser vê yekê çeteyên Ehrar El-Şam ku ev yekê wekî binpêkirinek ji herêmên xwe re dît, çeteyên koma din girtin û di encamê de şer derket.

Her du aliyan sewqiyatên leşkerî yên mezin ber bi bajarê Babê ve bi cih kirin.

ANHA