Pedersen bi mijara Sûriyê li Îmaratê ye

Wezîrê Derve û Tevkariya Navneteweyî yê Îmarat Şêx Ebdulah Bin Zayid Al Nehyan pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen kir. Her du aliyan rewşa dawî ya Sûriyê gotûbêj kirin.

Pedersen bi mijara Sûriyê li Îmaratê ye
15 mijdar, 2021   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Îmaratê (WAM) got: " Di hevdîtinê de ku li Dubey hat lidarxistin, her du aliyan geşedanên li Sûriyê û rêbazên xurtkirina hewldanên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, bi awayekî ku ewlehî û aramiyê pêk bîne gotûbêj kirin. "

Sêşema borî, Şêx Ebdulla Bin Zayid Al Nehyan serdana Şamê kir. Ev serdana ya yekemîn piştî zêdetirî 10 salan e.