Çeteyan du kesên din revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker du kesên efrînî revandin, yek jê zarok e.

Çeteyan du kesên din revandin
15 mijdar, 2021   16:21
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser benda kontrolê ya ketina bajarê Ezazê welatiyê bi navê Ebdo Murad Reşo (38) revand.

Li gorî çavkaniyan, Ebdo Murad Reşo ji gundê Omo yê navçeya Mabata ye, dema ku ji bo kirîna pêwîstiyên malê diçû bajarê Ezazê, li ser benda kontrolê hate revandin. Her wiha diyar kir ku ev cara duyemîn e ku Ebdo Reşo  tê revandin.

Li aliyekî din çavkaniyan diyar kir ku çeteyan li gundê Badîna yê navçeya Racoyê zarokê bi navê Hisên Şaban ê 14 salî ji mala wî revand.

Çavkaniyan gotin, çeteyan her du welatî birin cihekî ne diyar.

ANHA