Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist

Bi diruşma "Bi şerê gelê şorşger em ê dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk têk bibin", Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê konferansa xwe ya 7'emîn li dar xist
15 mijdar, 2021   18:22
QAMIŞLO

Konferansa 7'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bi amadebûna 200 delegiyên meclisên malbatên şehîdan ên Dêrik, Koçerat û herêma Berav, nûnerên saziyên sivîl û Tevgera Civaka Demokratîk li Hola Baradîs a Dêrikê hate lidarxistin.

Hola Konferansê bi wêneyên şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa axaftina destpêkê kir. Sûad Mistefa konferans li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û tevahî beşdaran pîroz kir û hêvî kir ku encamên girîng ji konferansê derkevin.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef banga xurtkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên şehîdan kir û wiha got: "Di vê pêvajoya dîrokî ya hestiyar de ku gelê Kurd û gelên herêmê tê re derbas dibin, berpirsyartiya ku dikeve ser milê her kesî, di serî de malbatên şehîdan ew e ku destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê ji planên hêzên komploger biparêzin."

Sûad Mistefa bal kişand ser çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne û wiha domand: "PDK'ê cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekirine, ev yek tevkariya û lihevkirinên wê bi dewleta Tirk a faşîst re eşkere dike. Heger em têkoşîna xwe xurt nekirin, em ê nikaribin li hemberî komployan bisekinin. Her wiha divê em çalakiyên xwe yên li deriyê Sêmalkayê xurt bikin heya ku cenazeyên şehîdên kemîna nemerd a li Xelîfanê werbigirin."

Dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa anî ziman ku armanca sereke ya malbatên şehîdan bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xurtkirina têkoşînê li hemberî hêzên kompolger e.

Paşê, rapora salane ya meclisên malbatên şehîdan hatin xwendin.

Bi navê Kongreya Star, endama rêveber a kongreyê Şadiya El-Yûsif axivî û wiha got: "Erdogan gefan li me dixwe, ji bîr kiriye ku em gelekî berxwedêr in û zilmê qebûl nakin. Mîna ku faşîzma Tirk nizane ku gelê Kurd li çiyayên bilind xwediyê bazên ji gerîla ye û ji bo parastina azadî û rûmeta gelan li qadan bûye xwedî şêrên Hêzên Sûriya Demokratîk."

Bi navê PYD'ê Mihemed Ebdurehman anî ziman ku serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin berhemên fikirê rêbertî û keda şehîdan e. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku destkeftiyan biparêzin û têkoşînê xurt bikin.

Di konferansê de, bi navê QSD'ê, ji fermandar Heyfa Mihemed axivî, lidarxistina konferansê pîroz kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan, beşdaran raporên hatin xwendin, nirxandin.

Ji bo avakirina meclisa nû, hilbijartin pêk hatin, 7 kes di nav de hevserokê wekî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hatin hilbijartin.

Konferans bi girtina biryaran bi dawî bû. Ji wan biryaran:

-Ji bo azadiya rêber Apo têkoşîn were xurtkirin.

-Tevahî pirsgirêkên malbatên şehîdan bêyî derengxistin bi rêya Meclisa Malbatên Şehîdan werin çareserkirin, were xwestin dê komîte ji bo vê yekê werin avakirin.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan di nav malbatên şehîdan û civakê de saziya pêşeng be.

-Ji bo şopandina rêxistinbûyîna malbatên şehîdan û diyarkirina erk û peywiran di saziyê de komîteyeke taybet were avakirin.

-Xebatên perwerdeyê di Meclisa Malbatên Şehîdan de were domandin.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan li hemberî êrişên li ser nirxên şehîdan û felsfeya rêbertiyê bisekine.

-Ji bo pêşxistina xebatê, divê Meclisa Malbatên Şehîdan bi hemû saziyan re koordîne bike.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan, li ser pirsgirêkên diravî û aborî yên malbatên şehîdan bisekine û li gorî derfetên heyî projeyên aborî veke.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan pêşengtiya civakê di rêxistinkirina gelê şoreşger li ser fikir û felsfeya rêbertî de bike.

Di dawiya konferansê de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

ANHA