Ji çalakiya Sêmalka: PDK'ê ji bo berjewandiyên hizbî yên teng xizmeta Tirkiyê dike

Kongra Star a herêma Cizîrê di çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalka de, îxaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê û hevkariya wê bi dijminên gelê Kurd re ji bo pêkanîna berjewendiyên hizbî yên teng, şermezar kir.

Ji çalakiya Sêmalka: PDK'ê ji bo berjewandiyên hizbî yên teng xizmeta Tirkiyê dike
Ji çalakiya Sêmalka: PDK'ê ji bo berjewandiyên hizbî yên teng xizmeta Tirkiyê dike
Ji çalakiya Sêmalka: PDK'ê ji bo berjewandiyên hizbî yên teng xizmeta Tirkiyê dike
Ji çalakiya Sêmalka: PDK'ê ji bo berjewandiyên hizbî yên teng xizmeta Tirkiyê dike
12 mijdar, 2021   12:37
QAMIŞLO

Xwepêşandêrên li Sêmalkayê û dayikên şehîdan ji bo şermezarkirina helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê ya Başûrê kurdistanê radestî malbatên wan nake, çalakiya konvedanê ya  di roja 39`emîn de berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), çekdarên PDK'ê di 28-29'ê Tebaxê de li navçeya Xelîfanê kemînek ji komeke gerîla ya ji 7 şervanan re danî. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û yek bi birîndarî dîl hate girtin û gerîlayek bi saxî vegeriya cihê xwe.

Endamên Kongreya Star vê sibehê ber bi herêma Cizîrê ve bi rê ketin, da ku piştgiriya xwe bi çalakgeran re nîşan bidin.

Endamên Kongreya Star ji qada dergehê Sêmalkayê berê xwe dan deriyê Fîş Xabûr.

Beşdaran wêneyên şehîdên Xelîfanê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star bilind kirin û diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Li deriyê Fîş Xabûr piştî deqeyeke rêzgirtin, endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Rîm Îsa wiha axivî: "Em hemû kesên ku beşdarî çalakiya konvedanê bûne û piştgiriya malbatên şehîdan kirine, silav dikin."

Rîm Îsa wiha lê zêde kir: "Cihê mixabiniyê ye ku sînorên dijmin xêz kirine, li pêşiya gelê Kurd bê girtin da ku wan parçe bibe û yekitiya wan ji hev bixe."

Rîm Îsa diyar kir ku çalakiya konvedanê ket meha xwe ya duyemîn û PDK'ê hê jî bêdeng e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û helwesta xwe derbarê hevkariya PDK'ê bi faşîzma Tirk re zelal bike.

Rîm Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku PDK'ê di şerê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê de li gorî berjewandiya wê kar dike û wiha dewam kir: “Ev îxanet ne nû ye. Partiya Demokrat a Kurdistanê beriya 29 salan şehîd Bêrîtan hedef girt. Ji ber vê yekê her kes hevkariya PDK'ê bi Tirkiyê re ya li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gerîla, dizane.

Rîm Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî êrişên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi faşîzma Tirk re, yekitiya xwe ava bikin.

(dx)

ANHA