​​​​​​​HPG'ê 4 şehîdên li Avaşînê şehîd bûne bi bîr anîn

HPG`ê bi daxuyaniyekê 4 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûne, bi bîr anîn û diyar kir ku berxwedêrên Avaşînê bi berxwedana xwe rûpeleke nû di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de vekir û xewn û xeyalên dijmin têk birin.

​​​​​​​HPG'ê 4 şehîdên li Avaşînê şehîd bûne bi bîr anîn
12 mijdar, 2021   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên ku 8'ê Cotmehê li Avaşînê şehîd bûne, daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"8'ê Cotmeha 2021'ê li qadên Dola Konferansê û Tabûra Ereban, di êrişên hewayî de ji milîtanên pêşeng ên Berxwedana Avaşînê hevrêyê me Avesta, Adîfe, Berxwedan û Cesûr şehîd bûn. Her çar hevrêyên me di afirandina rêbaza şerê bi rengê tîm ê Gerîlatiya Serdema Nû de bi rola pêşengiyê rabûn û derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyên me yên leheng bi şervaniya xwe her tim pêşengî ji me hevrêyên xwe re kirin û şehadeta wan wê bibe hinceta me ya tolhildanê.

Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne, wiha ne:

Nasnav: Avesta Cûdî
Nav paşnav: Esra Toglik
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatîm-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Adîfe Kanîreş
Nav paşnav: Dîlan Harmanci
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Makbûle-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Berxwedan Zagros
Nav paşnav: Metîn Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Sidika-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Cesûr Axîn
Nav paşnav: Xebat Bozan
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Zehra-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn”