​​​​​​​Li Girê Spî ji ber aloziya nan şer di navbera çeteyan de derket

Çavkaniyên xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku ji ber aloziya nan şer di navbera du komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de rû da û di encamê de gelek çete birîndar bûn.

​​​​​​​Li Girê Spî ji ber aloziya nan şer di navbera çeteyan de derket
9 mijdar, 2021   10:38
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, şer di navbera çeteyên “Fesîl El-Mecid” û çeteyên “Polîsên Leşkerî” de rû da û di encamê de 3 çeteyên Polîsên Leşkerî birîndar bûn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku şer li nêzî gundê Til Fender ê kantona dagirkirî rû daye ku çeteyên “Fesîl El-Mecid” lê bi cih bûne.

Her wiha heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan li ser firinekê şer kiriye.

Li kantona Girê Spî û gundewarên wê yê dagirkirî nan bi zehmetî tê peydakirin, piştî ku meclisa herêmî ya girêdayî dagirkeriya Tirk ard li ser firinan qut kir.

(şx)

ANHA