Çalakvanên li dergeha Sêmalkayê: Çalakiya me dê dewam bike

Çalakvanên li dergeha Sêmalkayê got çalakiya wan îradeya şêniyên Rojava îsbat dike, her wiha diyar kir ku ne ji mafê PDK`ê ye ku cenazeyên şehîdên Kurdistanê li gel xwe bigire ku ji bo pêkanîna Kurdistaneke azad canê xwe feda kiriye.

Çalakvanên li dergeha Sêmalkayê: Çalakiya me dê dewam bike
9 mijdar, 2021   11:05
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Ji beriya 34 rojan ve li ser çemê Dîcle yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Çalakvan xiyaneta PDK’ê şermezar dikin û banga radestkirina cenazeyên şehîdan dikin.

Şêniyên gund û bajarên herêma Cizîrê, malbatên şehîdan, dayikên aştiyê, nûnerên saziyên civakî, hiqûqî, olî, siyasî, sivîl û jin, endamên Konfederasyona Birîndarên Şer berê xwe didin dergeha sînor a Sêmalkayê û tev li çalakiya konvedanê dibin.

Hêzên PDK’ê di 28-29`ê Tebaxa borî de li herêma Xelîfanê kemînek ji 7 gerîlayan re danîbû. Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku di kemînê de 5 gerîla şehîd bûbûn.

Tevî bangewaziyên aliyên navborî PDK cenazeyên şehîdan radest nake, her wiha hevkariya bi artêşa Tirk re di qirkirina gelê Kurd de, didomîne.

Dayikên aştiyê du caran berê xwe da dergeha Pêşxabûr ê sînor da ku nameya xwe radestî rêveberiya dergehê bikin ku cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî radestî malbata wan bike ku di kemînê de şehîd bûne. Lê rêveberiya PDK`ê nameya dayîkan red kir û teqez kir ku dê xwestekên wan pêk neyne heta ku çalakiya konvedanê bi dawî nekin.

Çalakvan û dayikên aştiyê ev daxwaza PDK`ê red kir û piştrast kir ku PDK hewl dide îradeya wan bişikîne û ji daxwazên çalakiyê dûr bixe. Her wiha destnîşan kir ku ew dê çalakiya konvedanê dewam bikin heta ku cenazeyên şehîdan werdigirin.

‘NE JI MAFÊ PDK`Ê YE KU CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ LI GEL XWE BIGIRE’

/ar/uploads/files/2021/11/09/083342_hdyh-hsyn.webp

Çalakvana bi navê Hediya Hisên têkildarî radestnekirina cenazeyên şehîdan rexne li PDK`ê kir û got: "Çawa aliyekî kurdî cenazeyên gerîlayên ku parastina doz û azadiya kurdî dikin, li gel xwe digire. Ev zêdetirî mehekê ye ku dayik û bavên şehîdan berê xwe didin dergeh û banga radestkirina cenazeyên şehîdan dikin ku ji bona her çar parçeyên Kurdistanê canê xwe feda kir."

Hediya Hisên wiha domand: "Em dixwazin cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem di nava şehîdên xwe de veşêrin. Ev mafekî me yê rewa ye. Ne ji mafê PDK`ê ye ku cenazeyên şehîdên Kurdistanê li gel xwe bigire bêyî ku di nava malbat û hevalên xwe de werin oxirkirin. Bi çi mafî ev sûc li dijî şehîdên me têne kirin?!"

Hediya Hisên diyar kir ku çalakiya konvedanê dê dewam bike heta ku cenazeyên şehîdan werbigrin û ev tişt got: "PDK`ê dixwaze îradeya me bişkîne lê em dê tu carî ranewestin. Ji ber em di vê demê de ji hemû aliyan ve rastî êrişên dewleta Tirk û PDK`ê jî cenazeyên gerîlayên ku li hember van êrişan prastina me dikirin, li gel xwe digire.”

Hediya Hisên destnîşan kir ku çalakiya konvedanê hişt ku dengê çalakvanan bighêje raya giştî ya kurdî û cîhanê û diyar kir ku çalakiya wan dê dewam bike.

‘SEMBOLA BERXWEDAN Û ÎRADEYA MALBATÊN ŞEHÎDAN’

/ar/uploads/files/2021/11/09/083449_naymh-mhmwd.webp

Her wiha çalakvana bi navê Neîma Mehmûd piştrast kir ku zêdetirî mehekê di ser çalakiya konvedanê ya li dergeha Sêmalkayê re derbas bû û wiha axivî: "Ev kon berxwedana şêniyên Rojava ji bo doz û şehîdên wan diyar dike. Ev kon sembola berxwedan û îradeya hemû malbatên şehîdan e."

Neîma destnîşan kir ku şehîdên ku PDK`ê cenazeyên wan ji zêdetirî mehekê li gel xwe girtiye, ji bo parastina Kurdistanê tê dikoşiyan û ji bo wê feda kir û ev tişt anî ziman: "Li şûna ku PDK`ê destekê bide vê berxwedanê cenazyên şehîdan li gel xwe digire."

Neîma got şehîd nirx û îradeya gelan e, li ser vê esasê dê şopdarên rêya wan bin heta ku armancên wan pêk bînin û li hember hemû aliyan dê li ber xwe bidin.

‘BI BERXWEDANA GEL EM Ê PARASTINA NIRXÊN ŞEHÎDAN BIKIN’

/ar/uploads/files/2021/11/09/083416_hdyh-ajy.webp

Çalakvanê bi navê Abdullah Ecî bang li PDK`ê kir ku cenazeyê şehîdan radest bike û wiha axivî: "Bi berxwedana gel me çete li ser xaka xwe tune kirin û Ii hember hemû êrişên dewleta Tirk sekinîn. Bi vê berxwedanê em ê parastina nirx û destkeftiyên şehîdan bikin. Ji ber ku ew ji bo me mezintirîn û girîngtirîn nirx in."

Abdullah Ecî got heke PDK parastina doza Kurd neke divê li hember kesên ku berxwedanê dikin da ku ev doz bi ser bikeve, nesekine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me hêvî dikir ku PDK li hember êrişên dijmin destekê bide gerîla lê mixabin me berovajî vê yekê dît."

(bx)

ANHA