El-Nehar: Erdogan li ser desthilata Tirkiyê namîne

Rojnameya El-Nehar diyar kir ku Erdogan êdî nikare li ser desthilata Tirkiyê bimîne, lewma li rêyekê digire da ku di aliyê qanûnî de neyê şopandin. Rojnameyê eşkere kir ku Biden û hin rayedarên Ewropayê ji Erdogan re gotiye “Beşdarî hilbijartinên serokatiyê yên pêş nebe”.

El-Nehar: Erdogan li ser desthilata Tirkiyê namîne
8 mijdar, 2021   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Nehar El-Erebî di raporeke xwe de diyar kir ku rojnamevana Tirk a pispora kar û barên Amerîkayê Bahar Feyzan hin agahî têkildarî hevdîtina Erdogan-Biden a di civîna G20’an de parve kirin.

Li gorî rojnameyê, Bahar Feyzan gotiye ku serokê Amerîkayê Joe Biden şîret li Erdogan kiriye ku beşdarî hilbijartinên dema pêş nebe û wiha jê re gotiye: “Rewşa xwe ya tenduristiyê bike hincet, tu êdî nikarî xebatên xwe yê siyasî dewam bikî.”

Bahar Feyzan wiha dewam kir: “Ne tenê Biden, lê gelek rayedarên Ewropayê di civîna Romayê de ev şîret li Erdogan kir. Zexta ku Erdogan pê re rû bi rû bû, bû sedem ku rewşa wî ya tenduristiyê ji nişka ve xirab bibe, ji ber wê beşdarî civîna li Glasgowê ya roj din nebû.”

Her wiha rojnamevanê Tirk Ahmet Nesîn ji rojnameyê re got: “Êdî sîstema global tehemulî Erdogan nake. Erdogan dê beşdarî hilbijartinên dema pêş nebe, ne li ser daxwaza Biden an kesên din, lê belê ji ber ku ew dizane heke beşdar bibe dê bi ser nekeve.”

Li gorî Nesîn, Erdogan hewl dide bikeve parlamentoya Tirkiyê û ji ber vê yeke heke muxalefet di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ket, dê Erdogan bikare parêzbendiyê bi dest bixe û bi wê yekê dê neyê darizandin.

Li gorî agahiyên ku El-Nehar ji parlamenterekî CHP`ê wergirtine, di hevdîtina Erdogan û serokkomarê berê Abdullah Gul a li mala wezîrê parastinê Hulusî Akar de, bi awayekî sereke vegera li sîstema parlamenter û avakirina hevbendiyeke hilbijartinê ya nû hatin nîqaşkirin, ku ji partiyên AKP, Saadet, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrasî û Pêşketinê pêk were da ku piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest bixin û bikarin hikumetê ava bikin.

Li gorî Nesîn senaryoyeke din jî vekişîna Erdogan ji namzetiya hilbjiartinên serokatiyê yên Tirkiyê ye, ji bo ku wezîrê parastinê Hulusî Akar an jî wezîrê karên hundir Suleyman Soylu beşdar bibe. Lê belê Nesîn dibêje ku ji ber daxuyaniyên Sedat Peker ku Soylu nekarî wan tawanbariyan ji ser xwe rake, êdî gel wekî berê ne li aliyê wî ye.

Ji bo Hulusî Akar jî, Nesîn dibêje gel bi hêsanî nikare bi hilbijartina kesayetekî leşkerî ji bo serokatiya welêt îqna bibe, ev jî îhtîmala serkeftina wî di hilbijartinên serokatiyê de kêm dike.

Her wiha senaryoya din jî ew e ku muxalefeta Tirkiyê di hilbijartinan de bi ser bikeve û bi wê yekê Akar an Soylu darbeyeke leşkerî pêk bînin û desthilatê desteser bikin.

Li gorî rojnameyê, tevî ku her sê senaryoyên hatin pêşkêşkirin ji hev cuda ne jî, lê belê tiştê hevpar di nava wan de ew e ku ne pêkan e Erdogan li ser desthilata Tirkiyê bimîne.

(cx)