Balafirên artêşa Tirk gundekî Dihokê bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Eredena yê bajarokê Sersing ê Dihokê bombebaran kir.

Balafirên artêşa Tirk gundekî Dihokê bombebaran kir
6 mijdar, 2021   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Duh bi şev balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Eredena yê girêdayî bajarokê Sersing ê parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Gundê Eredena nêzî çiyayê Metîna ye. Têkildarî ziyanan heta niha tu agahî bi dest neketine.