Balafirên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê bombebaran kirin

Balafirên Rûsyayê zêdetirî 6 caran derdora gundê Meşman ê li rojavayê Idlibê bombebaran kir. Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê herêmên li eniyên şer ên çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Balafirên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê bombebaran kirin
6 mijdar, 2021   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) balafirên şer ên Rûsya îro (şemî) zêdetirî 6 êriş li dijî deverên li derdora gundê Meşman ê li rojavayê Idlibê pêk anîn. Heta niha tu agahî der barê zirarên canî de nehatine bidestxistin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê herêmên li eniyên şer ên çiyayê Zawiye yê li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

(dm)