Rojnameyên erebî: Li Derayê tevliheviya ewlehiyê berdewam e

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa li Derayê piştî lihevkirinan, xwepêşendanên li dijî encamên hilbijartinên Iraqê û rewşa Sûdanê û aloziya li herêma Tîgrayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Li Derayê tevliheviya ewlehiyê berdewam e
Rojnameyên erebî: Li Derayê tevliheviya ewlehiyê berdewam e
Rojnameyên erebî: Li Derayê tevliheviya ewlehiyê berdewam e
Rojnameyên erebî: Li Derayê tevliheviya ewlehiyê berdewam e
6 mijdar, 2021   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RUXMÎ LIHEVKIRINAN JÎ TEVLIHEVIYA EWLEHIYÊ LI DERAYÊ BERDEWAM E’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “Li başûrê Sûriyê dema ku hêzên hikumeta Şamê vekişîn li dijî wê êrişek pêk hat. Di çarçoveya lihevkirinan de li Derayê rewşa 14 hezar kesî hate çareserkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh li ser rêya Rexim-Melîha Xerbiye ya li rojavayê Derayê di encama hedefgirtina erebeyeke sivîl de ji aliyê kesên nenas ve 2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Ji dema pêkanîna lihevkirinan ve li Derayê hejmara kesên ku bi rêbazên cuda hatin kuştin, gihaştiye 33 kesan.

Li gorî bendên lihevkirina nû ya ku komîteya ewlehiyê û aliyê Rûs ji şêniyên Derayê re pêşkêş kiriye, hêzên leşkerî ji herêmên sivîlan vekişîn.

Çavkaniyan ji Siwêdayê ragihand ku di 2 rojên dawîn de karwanên leşkerî yên hêzên Firqeya 15’an derbasî baregehên xwe yên li Siweydayê bûne.”

‘LI BEXDAYÊ JI BER NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ HILBIJARTINAN ALOZÎ’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li kolanên ku digihêje Herêma Kesk a Bexdayê di navbera hêzên ewlehiyê û alîgirên partiyên ku di hilbijartinan de bi ser neketine, şer rû da. Di encamê de herî kêm 130 kes birîndar bûn. Her wiha agahî hene ku hinek xwepêşendêr hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên çapemeniyê yên nêzî partiyên binkeftî, 2 xwepêşendar hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Li gel vê yekê serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî bang li aliyên siyasî kir ku aram bin û diyalogê bipejirînin.”

‘EL-BURHAN TEVÎ NAVBEYNKARIYÊ JÎ PLANÊN XWE DIMEŞÎNE’

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetan El-Burhan hîna navbeynkariyê paşguh dike ku ji bo derbaskirina aloziya Sûdanê hatiye kirin.  

Roja înê artêşê ragihand ku dê hemû meclisên rêveberiyên şîrketên hikumetê û projeyên çandiniyê ji hev xistine.

Li gorî çavdêran El-Burhan piştî derbeya leşkerî ya 25’ê Cotmehê, dixwaze li ser desthilatê baş serdest be.”

‘LI ETIYOPYAYÊ AMADEKARIYÊN LEŞKERÎ’

Der barê rewşa Etiyopyayê de rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Dezgehên çapemeniyê yên fermî duh ragihand ku artêşa Etiyopyayê bang li efserên malnişîn kir ku vegerin nava refên artêşê da ku bersiva êrişên hêzên Tîgrayê bidin. Her wiha 9 komên dijberî hikumetê hevbendiyeke nû ji bo hilweşandina hikumeta serokwezîr Abî Ehmed ava kir.”

 (şx-bx)