ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-11-2021
4 mijdar, 2021   00:00

-Saziya Zimanê Kurdî ya li Qamişlo bawernameyên derçûnê li xwendekarên zimanê kurdî (zaravaya Zazakî) saet 11:00’an de belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Kobanê ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, meşeke dirêj a ciwanan li dar dikeve û dê li tevahî gundên kantona Kobanê bigerin û du roan berdewam bike. saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevkê Meclisa Rûspiyan a bajarê Minbic û Gundewarên wê bang li ciwanên herêmê kir ku bi şerê derûnî yê ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne bandor nebin û gotin, bi yekitî û hevgirtina pêkhateyan dê dagirkeran ji Sûriyê derxin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dêra Mar Circis a li gundê Derîcîk bûye şahidê biratiya di navbera suryan, musliman û êzidî de. ji zêdetirî nîv serdemkê bûye meqsed û piştî ku hemû pêkhateyên gund bi hev re dêr ava kir, bûye nîşaneya jiyana hevbeş. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Kordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mecîde Hesûn da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla çekên kîmyewî  bi kar tîne, kiryareke li dijî exlaq û yesayê ye. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û civaka navneteweyî kir ku sûcên Tirkiyê li herêmê sînordar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Gelo Erdogan tişta ku dixwest li Romayê bi dest ve anî? Gelek kes dibêjin ku Erdogan ji bilî ku bikare bi serokê DYA'yê Joe Biden re hevdîtinê bike, tişta ku dixwaze bi dest nexist. Ji bo DYA'yê S-400 hê jî rojeveke sereke ne. Tê zanîn ku rayedarên Pentagon û Wezareta Parastinê ya Tirk beriya civîna Romayê li Enqereyê civînek li dar xist û israr kirine ku S-400 neyên bicihkirin û li hangaran bimînin.

POLÎTÎKA

- Serokê Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê Umer Osî daxuyaniyên Cemîl Bayik û Aldar Xelîl ên têkildarî lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi erênî nirxandin. Her wiha destnîşan kir ku ev lihevkirin dê dewleta Sûriyê xurt bike. Osî piştrast kir ku îtîlaf di destê dewleta Tirk de bûye amûr ku dagirkeriya xwe fireh dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sekretêrê Giştî ya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed El-Erec got, geşedanên dawî li Idlibê diyar dike ku koordînasyon di navbera aliyê rûsî û amerîkî de heye ku dosyaya terorîstên bi dawî by be ku dewleta Tirk wan bikar tîne da ku zextê li gelê Sûriyê bike û xaka Sûriyê dagir bike. Her wiha teqez kir ku bidawîkirina hebûna dewleta Tirk li Idlibê dê bandoreke erênî li rewşa Sûriyê bi giştî, bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ji ber ku Amerîka di hundirê Sûriyê de bi Rûsya re gelekî binakok e dixwaze mijara Sûriyê radestî Rusya bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Nûnerên jin ên Rêveberiya Xweser gotin naskirina rêveberiyê ji aliyê herêma Katalonyayê ve, berhema şoreşa jinan e. Jinan di oxira serxistina projeya demokratîk de li hember xeterî û astengiyan sekinî û ev proje bi rêya serdanên ji herêmê re dibe ku bi wê re naskirina navneteweyî pêk were, veguhastin civînên navneteweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Abdullah Hiso, birayê şehîd Sîpan ku bi destê pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK`ê hatiye şehîdxistin, bang li gelê Kurd kir ku siyasetên PDK`ê red bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li Xezayê rêjeya bêkarî û xizantiyê ji berê zêdetir bûye û diyardeya bihabûna kel û pelan xwe daye der, ev jî bandore li debara welatiyan û tevgera bazaran dike. (BI WÊNE)

ANHA