Ehmed El-Erec: Dewleta Tirk di rewşeke xirab de ye

Sekretêrê Giştî ya Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed El-Erec got, geşedanên dawî li Idlibê diyar dike ku koordînasyon di navbera Rûsya û Amerîkayê de heye da ku dosyaya terorîstan bi dawî bikin. Her wiha teqez kir ku bidawîkirina hebûna dewleta Tirk li Idlibê dê bandoreke erênî li rewşa Sûriyê bi giştî bike.

Ehmed El-Erec: Dewleta Tirk di rewşeke xirab de ye
4 mijdar, 2021   03:09
HELEB – SOZDAR WEQAS

Li herêm û eniyên şer ên gundewarên başûr û rojavayê Idlibê di navbera hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer derdikeve her wiha balafirên şer ên Rûsyayê baregehên çeteyan bombebaran dike.

Hêzên hikûmeta Şamê demeke berê sewqiyatên leşkerî yên mezin ji tank, moşekavêj, topavêj, alavên leşkerî û lojistîk û leşker bi parastina helîkopterên rûsî ber bi xetên şer ên bi çeteyên dewleta Tirk re yên Babê yê gundewarên rojhilatê Helebê ve, şand.

Hemwextî wê hewldanên Rûsya û Tirkiyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Idlibê bi bin ketin ku dewleta Tirk sewqiyatan derbasî wir dike.

Têkildarî geşedanên meydanî yên li Idlibê bi taybet û rewşa Sûriyê bi giştî ajansa me ANHA`yê hevpeyvînek bi Sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Ehmed El-Erec re çêkir.

Ehmed El-Erec di destpêkê de rewşa herêmê li gel hewldanên hêzên desthilatdar ku projeyên xwe pêk bînin nirxand û wiha got: "Di vê demê de em di pêvajoyekê de ne dibe ku ji par û salên berê wê cûdatir be. Rewşa navneteweyî bi giştî di navbera dewletên mezin ve aloztir dibe. Rashatinek di navbera Amerîka û Çînê de heye. Em li Sûriyê bi van projeyên navneteweyî bandor dibin. Projeya ku Çîn û hevalbendên wê  li herêmê li ser dixebitin, projeya rêya hevrîşimê ye. Li beramberî wê jî projeyek Ewropî bi serkêşiya DYA`yê heye û ew jî projeya Rojhilata Navîn a Mezin e."

Ehmed El-Erec wiha domand: "Herêm di pêvajoya "Buhara ereban" re derbas bû. Li Lîbyayê û gelek dewletên ereb mîna Yemen û Misrê jî alozî derketin û hinek jê wan alozî bidawî kir. Li aliyekî din li gelek welatan jî alozî berdewam in ji ber mudaxeleyên navneteweyî. Mînak li Lîbyayê rewş hîna istqrar tune ye. Rewşa Sûriyê jî aram nebûye. Ji ber ku li ser Sûriyê û Iraqê fişarên herêmî hene û gelek dewlet mudaxeleya wan dikin. Di sêrî de dewleta Tirk û Îranê."

‛LÎSTINA LI SER NANKOIYAN’

Ehmed El-Erec wiha pê de çû: "Di salên borî ji aloziya Sûriyê de dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dida ku herêmê û heta dewletên ereban bi rêya Îxwan û rêxistinên terorîst, dagir bike. Pilana wê hebû ku sûdê ji projeya Rojhilata Navîn a Mezin bigire da ku ew bibe hêzeke hegemonîk,  dewletên ereban kontrol bike û her  wiha dîroka Osmanî û mîsaqê Millî li herêmê vejîne. Lê li Sûriyê rastî îradeya gel hat û li Iraqê jî dê rastî heman çarenûsê were."

El-Erec di axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl da li ser dijberiyên di navbera dewletên mezin û projeya "Rojava û rojhilat" de bilîze û hewl da roleleke sereke bilîze û sûdê ji vê dijberiyê û tevliheviyê bigire, û wiha domand: "Helbet sûd ji hin xalan girt û ew jî êrişa ku beriya demekê li ser Serêkaniyê û Girê Spî bû û beriya wê jî dagirkirina herêmên Cerablus, gundewarên bakurê Helebê û dagirkirina Efrînê jî. Her wiha hewl da ku bi rêya artêşa xwe destwerdana van herêman bike, baregehên xwe yên leşkerî ava bike û hewl da guhertina demografî pêk bîne û wan bike mîna Lîwa Îskenderon û tev li xaka Tirkiyê bike. Lê heta niha di vê projeyê de bi ser neketiye û hewl dide ku heman siyasetê derbas bike da ku li ser xeta hevsengiya herêmî, navneteweyî û destwerdana herêmên din li rojhilat û Helebê, bike."

'DERBARÊ BIDAWÎKIRINA DAGIRKERIYA TIRK EM Ê GOTINA XWE YA DAWÎ BIKIN'

Ehmed El-Erec di berdewamiya axaftina xwe de wiha axivî: "Di demên dawî de em dibînin ku ev siyaset li dijî berjewendiyên navneteweyî ne. Amerîka nema mîna serdema Trump e. Siyaseta wê ya niha derfetê nade ku sûdê ji vê nakokiyê bigire. Ji ber di demên dawî de me dît ku koordînasyon di navbera lîstokvanên sereke  (Rûsya û Amerîka) de heye. Encama vê koordînasyon dê rola dewletên herêmî li herêmê sivik bike û di serî de sivikkirina rola dewleta Tirk. Her wiha di encama vê koordînasyonê de dê madexeleya dewleta Tirk a li Sûriyê sînordar bibe û dibe bi carekê bi dawî bike. Lê ev yek dê ne bi navberkariya Rûsya û Amerîkayê be dê bi saya helwesta gel be. Ji ber vê yekê jî em hêzên nîştimanî û sûrî heger em em hevgirtî bin û bibin yek, dê di tunekirina dagirkeriya Tirk a li ser bakurê Sûriyê de gotina dawî ya me be.. Lê pêwîstiya me bi nermbûnê û guhertina rêbazê siyasî heye di serî de hêzên hikûmetê Şamê. Ji ber dema hewl bide xebatên nîştimanî bike yek, xwe nêzî wan hêzan bike, aloziya li hundir bi dawî bike, bi Rêveberiya Xweser re li hev bikr, dê pêşketineke balkêş di siyaseta Sûriyê de çêbibe. Ev yek me di çend mehên dawîn de dît dema welatên ereb têkilî bi hikumeta Şamê re baş kirin. Ev yek ji bo vegerandina rola Sûriyê li herêmê û komkara ereban nîşaneyeke erênî ye. Lê heke hêzên nîştimanî nebin yek ev siyaset bibser nakeve."

‛SIYASETA DEWLETA TIRK LI IDLIBÊ DÊ BIXETIME’

Têkildarî geşedanên li Idlibê Ehmed El-Erec ev tişt anî ziman: "Dosyaya li Idlibê çareserkirî ye. Hin hevdîtinên berê li Soçî û Astana di navbera her sê dewletan de (Rûsya, Tirkiyê û Îran) hebûn. Di encama van hevdîtin û peyman de dê dosyaya çeteyan li bakurê Heleb û Idlibê bidawî bibe. Lê dewleta Tirk ev yek pêk neanî û bidawîkirina dosyaya çeteyan dirêj kir û sozên kubdane neanîn cih."

Ehmed El-Erec di axaftina xwe de wiha bilêv kir: "Dewleta Tirk neçare ku hinek koman bidawî bike û cihê wan eşkere bike. Ev peymana berê ye û dewleta Tirk di pêkanîna wê de dereng maye. Dewleta Tirk weke ku me berê got li ser xeta dijberiyên di navbera berjewendiyên dewletên mezin de dilîze ku Idlibê radest bike û li rojhilatê Firatê pêşde biçe. Her wiha ev dosya bi siyaseta nû ya Amerîkayê re rû bi rû ma. Mirov dikare bêje ku dewleta Tirk niha di rewşeke xirab de ye. Divê Idlibê radest bike û alîkariya Rûsya bike rêya navneteweyî M4 û rêya Heleb – Ezaz û rêya di navbera Heleb û Laziqiye de veke. Vekirina vê rêyê jî di nava peyamên navbera Îran – Rûsya û Tirkiyê de hatiye erêkirin. Em texmîn dikin ku di dosyaya Idlibê de Erdogan jinûve hewl dide alîkariya Ewropa bixwaze. Ji bo wê jî dê dîsa dosyaya penaberan bi kar bîne. Paneber di destê dewleta Tirk de bûne kaxizeke provokatîv a li dijî Ewropayê."

Her wiha Ehmed El-Erec destnîşan kir ku di demên berê de hate dîtin ku dewleta Tirk dewletên Ewropayê tehrîd kir ku ewê sînor veke û derfetê bide koçberên sûrî û afganî yên li ser xaka Tirkiyê ku berê xwe bidin Ewropayê û ji ber vê yekê jî texmîn kir ku di encama vê kaxezê de dê sûdê jê negire mîna ku berê kiriye. Ji ber ku rewşa navneteweyî hatiye guhertin û niha dewletên mezin li hev kirine ku dosyaya çeteyan bi dawî bikin.

‛DIVÊ HÊZÊN NÎŞTIMANÎ WERIN XURTKIRIN DA KU TEVAHÎ XAK WERE RIZGARKIRIN’

Ehmed El-Erec teqez kir ku daxuyaniyên ji aliyê Şamê ve derbarê derketina hêzên dewleta Tirk ji Idlibê de, xizmeta berjewendiyên niştîmanî dike û ev tişt got: "Ez texmîn dikim ku ev daxuyanî jî bi koordîneya Rûsyayê û erêkirina Amerîkayê ye da ku zextê li hebûna tirkî li bakurê rojava, bike. Em îşaretê bi vê helwestê dikin û divê ev helwest li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin were xurtkirin. Ji ber wê jî divê helwest ji aliyê hêzên niştîmanî yên din were xurtkirin û bi rêya civaka navneteweyî, Rûsya û Amerîka hewl bidin zextê li dewleta Tirk bikin. Em dibêjin ku dema hin herêm ji Idlibê werein rizgarkirin dê rewşa çeteyên dijwar be ku weke alav di destê dewleta Tirk de têne bikaranîn û dê tu êrişên nû li ser herêmên Sûriyên neke."

‛BIDAWÎKIRINA HEBÛNA DEWLETA TIRK LI IDLIBÊ DÊ BANDOREKE ERÊNÎ LI  REWŞA SÛRIYÊ BIKE’

Girêdayî tevgerên li dijî dewleta Tirk li Idlibê Ehmed El-Erec wiha axivî: "Rewşa Tirkiyê bi giştî xirab e. Aloziya aborî ya Tirkiyê û mûxalefeta ku hewl dide xebatê xwe di hundirê Tirkiyê de li dijî rejîma Erdogan kom bike, bandoreke neyînî li ser siyaseta derve jî dike. Erdogan dixwaze aloziyên xwe derxîne derve. Em dibînin ku di vê yekê de bi binket ku nikarî erêkirina Rûsya û Amerîkayê bi dest bixe. Em texmîn dikin ku heger artêşa Sûriyê li Idlibê pêş bikeve dê bandoreke erênî li rewşa Sûriyê bi giştî û li çareseriya siyasî li Sûriyê, bike."

Ehmed El-Erec bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk di her lihevkirinekê de navberra hêzên niştîmanî di hundirê Sûriyê de aliyekî têkbirî ye. Ji ber vê yekê jî hewl dide itîlafê weke kaxezê bikar bîne da ku zextê li dewletan bike û ji bo hin destkeftiyên aborî û siyasî bidest bixe. Heger li Idlibê bi bin bikeve, siyaseta wê ya derve dê rastî binketinan were û rewş  dê li Idlibê nesekine, dê zext ji aliyê hêzên niştîmanî û navneteweyî hebe da ku hêzên dewleta Tirk ji tevahî Sûriyê vekişe."

(bx)

ANHA